Hevdem ligel eşkerebûna mirina bi hezarên girtiyan di bin îşkenceyê de, ji aliyê endamên civata “Kefir Nuran” li gundên Helebê, û ji aliyê karmendên sazîyên sivîl li bajêr xwenîşandaneke ji bo piştgiriya girtiyên di zindanên rejîma Esed de hat lidarxistin.
Kesên beşdar di xwenîşandana civata xwecihî ya bajêr de, daxwaza serbestberdana hemû girtiyên ku di zindanên rejîma Esed de ne kir, û bang li Netewên Yekbûyî kirin ji bo dadgehkirina kesên tawanbar bi van tawanên şer û tawanên dijemirov.
Nivîsên şermezarkirina îşkenceya rêbazkirî ya di girtîgehên rijêmê de ji aliyê beşdarvanan ve hatin bilindkirin, û herwiha hin nivîsên şermezarkirina civaka navnetewî, weke “girtîgehên rijêmê qesabxaneyên mirovan e, hikûmetên dinyayê nifret li dirûşmên we bibarin” hatin bilindkirin.
Xwenîşanderan daxwaza dûvçûna fayilê girtiyên hêjî binçavkirî ne ji Netewên Yekgirtî û rêxistinên mafên mirovan kir.
Rêveberê ofîsa darayî ya civata xwecihiya bajêr Musena Barakat ji ajansa “Smart” re tekez kir ku xwecihiya bajêr ala şoreşê li ber deriyê bakur yê bajêr bilind kiriye, ji bo berdewamiya şoreşê û çesipandina prensîbên wê dupat bike.
Û di çend rojên borî de ji aliyê rijêma Esed lîsta bi navên hezarên girtiyan yên ku di bin îşkenceyê de hatine kuştin ji bo serayên nifûsê hatine radestkirin, û çalakvanên mafên mirovan diyar kirin ku di lîsteyên pêşî de navê hezar şehîdî ji bajarê Darya li gundewarê Şamê hebû, û 750 şehîd ji Hesekê, û 550 şehîd ji Helebê ,û 460 şehîd ji al-Mu’damiye û 30 şehîd ji Yebrudê bûn.
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Bedir Camûs, tekez kir ku teslîmkirina lîsteyên bi navên girtiyên ku di bin îşkenceyê de hatine kuştin, qebareya tawanên şer û tawanên dijemirov yên di nava girtîgehên rijêmê de eşkere dike, û dît ku nabe Netewên Yekbûyî yan jî Komîsyona lêpirsîna Navnetewî çavê xwe jê bigire.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê