Çalakvanin sivîl li deverên Mertala Ferat û navenda bajarê Idlibê, duh Sêşemê, rawestanên protestokirinê lidar ketin, û tê de piştgiriya xwe ji nişteciyên gundewarê Idlib re, ewên ku deverên wan ji hêla hêzên rêjîmê û Rûsiya ve rastî helmeteke leşkerî ya hovane tên ragihandin.
Û bidehan kes li bajarê Albab û bajarokê Soran û gundên Dabiq û Sijo li bakurê rojavayê bajarê Helebê, xwepêşandanin hevdemî derketin, tê de hevxemiya xwe bi xelkên parêzgeha Idlib re eşkere kirin, û helmeta leşkerî ya ku ji aliyê hêzên rêjîmê û Rûsya ve li ser gundewarê parêzgehê şermezar kirin .
Herweha xwepêşandanek li bajarê Idlibê derket, û xwepêşanderan piştgiriya xwe ji şoreşgeran re dan xuyakirin, û banga sererastkirina riya şoreşê kirin, û tekezî li ser pabendiya bi pirensîpên şoreşa Sûrî kirin, û gotin ew ax ya xelkên wê ye, û pêwîstîya hilweşandina rejîma Esed tekez kir.
Û Xwepêşanderan li deverên Mertala Ferat pankart bilind kirin, û li ser hina nivîsîbûn: “Em daxwaz dikin ku artêşa azad eniyên şer veke, Idlib ne li benda tîpa ye ew li benda şûra ye, Rûsiya kujer dixwazê Esedê mirî bi kuştina gelê Sûrîyê vejîne”.
Û xwepêşanderan daxwaza rawestandina koçberkirina sivîlan û bidawîanîna helmeta leşkerî ya rêjîm û Rûsiyayê dijî bakurê Sûriyê ji civaka navdewletî kir, herweha bang li gel kirin da ku arîkariyê ji kesên derbider û koçberan re pêşkêş bikin, û ji togeyên Artêşa Azad xwestin ku hemû eniyên şer li pêş rejîma Esed vekin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî