Xelkê Sûriyê careke din di îneke nû de ji rojên şoreşa sûriyê ya mezin li seraserê welat diderkevin xwepêşandanan bi dirûşmên azadiya welat û rûxwendina rêjîma Esed; rêjîma tawankariyê û terorê.
Ku gelê Sûriyê niyaz û sûrbûna xwe bi şoreşa xwe heta bidawiyê dupat kir, ya ji bona rûxandina rêjîma tawankariyê û veguhestin bo Sûriya paşerojê, Sûriya dad û yasa û azadî û rûmetê, ya ku têde hemû welatiyên wê bi rûmet û asodeyî û bi yeksanî bijîn, ku îro û piştî nivêja înê gelek xwepêşandan hat kirin li parêzgehên Heleb û Idlib û Hema û Humis û gundewarê Şamê û Der’a, têde xwepêşenderan ala şoreşê bilind kirin û bi dubarekirina yekemîn siloganên şoreş: “Gel dixwaze rêjîmê birûxîne”, ” Sûriya ya meye û ne ya mala Esed e”, “Yeke yeke gelê Sûriyê yeke”.
Herwiha xwepêşenderan daxwaza rakirina dorpêçkirina li ser navçeyê dorpêçkirî û piştgiriya hêzên şoreş û artêşa azad bi çekên nemûneyî kirin ji bona derxistina mîlîşên tayifeperist yên Îranê ji her derekî û berekî anîn ji bona kuştina Sûriyan.
Ji aliyê xwe ve Sihêr Etasî endama Hevbendiya Niştimanî xuya kir ku dîmenên xwepêşandanên aştiyane yekem dîmenê şoreş Sûriyê bû û ew yekemîn destpêka guhertinê bû, lê rêjîma Esed terora dewletê bi rêka damudezgehên xwe yên ewlekarî bikar anî lewra ku gelek endamên artêşê yên şerfmend neçar bûn ji artêşê cuda bibin û tevlî rêzên gel bibin ji bona parastina gel, û Etasî got: eveye Sûriya, û veye şoreşa wê, eveye alternatîvê rêjîma tawankariyê û terora Esed, ku Sûriyê rehendên şaristanî bi dirêjahiya hezarên sala heye di dîroka şaristaniya mirovî de, ne rêjîma Esed û nejî mîlîşên tayîfeperist yên terorîst bigire ji Hizibulah heta bigihêje DAÎŞ nikarin vê rastiyê biguherînin. Jêde: Hevbendî