Duhî li êvariya sêşemê, ji aliyê çalakvan û medyakar û sivîlan ve, li bajarê A-Atarib li deşta rojava ya Helebê, xwepêşandanek birêve çû ji bo piştgiriya şoreşê û dupatkirina armancên wê yên destpêkê, û berdewamiya şoreşê heta bidestxistina daxwazên gelê Sûriyê û rûxandina rejîma Esed.
Nêzîkî 80 kesî ji bajarê Al-Atarb û gundên Kifernoran û Turmanin û hin koçberên ji bajarê Helebê xwepêşandan li dar xistibûn, ji bo piştrastkirina berdewamiya pêvajoya şoreşê û rûxandina rejîma Esed, û parastina prensîpên şoreşê û daxwazên miletên Sûriyê yên ji bo welatekî azad bêyî Esed û mîlîsên mezhebî yên piştevanên wî.
Xwepêşanderan diyar kir ku ew ji bo gihandina peyamekê ji tabûrên Artêşa azad a Sûrî re derketin, ku êdî bese şerê navxweyî, û divê em bibin yek da ku em şoreşa xwe careke din berdewam bikin, û azadî û mafên xwe ji destê rejîma Esed derxin.
Herwiha xwepêşandanek li ser riya Xan Al-A’sel – Helebê ji aliyê çend çalakvan û sivîlan ve di demeke pêştir di salvegera koçberbûna şêniyên taxên rojhilatê parêzgeha Helebê hatibû lidarxistin, bi doza vegera li ser war û malên xwe.
Di heman çarçoveyê de, dîsa xwepêşandan li navenda bajarê Der’a li başûrê Sûriyê derketin, bi daxwaza serbestberdana kesên hatin binçavkirin di zindanên rejîmê de, û herwiha bi sloganên li dijî xwebexşiya di nava refên hêzên Esed de.
Ala şoreşê ji aliyê xwenîşanderan ve hat bilindkirin, bi sloganên li dijî peymana tîrmeha borî ya di navbera rêjîmê û Rûsiya de, tevlî nivîsandina hin nivîsên dijî rêjîmê li ser dîwarên hin bajarokên parêzgehê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê / Ajansa Smrat