Duhî roja înê bi sedan xelkê bajarokê Kefrnaha li rojavayê Helebê û bajarokê Kellê li bakurê Idlibê derketin xwepêşandanan bi bilindkirina diroşmên rûxandina rijêma Esed û rakirina dorpêçkirinê ji ser xelkê Xûta Şamê ya rojhilat.
Xwepêşanderan tekezî li ser berdewamiya şoreşa Sûriyê kirin, û daxwaza serbestberdana girtiyên di girtîgehên Rijêmê de kirin, û yekser piştî nimêja înê nêzîkî 700 kesî tevlî xewpêşandana kefrnaha bûn.
Û ji aliyê xwepêşanderan çend diroşm û tablo hatibûn bilindkirin bi nivîsên “azadî ji girtiyên zîndana Himusê ya navendî re”, û ” zarokên Xûta ji mirinê rizgar bikin”, “şoreş heta mirinê berdewam dimîne”, û ala şoreşa Sûriyê Kiribûn.
Û xwepêşandana Kellê bi tevlîbûna derdora 50 kesî û bi bilindkirina ala şoreşê û diruşm û tabloyên şermezarkirina dorpêçkirina Xûta ji aliyê hêzên Rijêmê û bi daxwazên serbestberdana girtiyan û bi taybetî girtiyên zîndana Himusê ya navendî hatibû lidarxistin.
Her bi heman şêweyî, û di çarçovê kampaniya “Esed Xûtayê dorpêç dike” de, xwepêşandanek li bajarê Dûma li rojhilatê Şamê bi tevlîbûna zêdetir ji 100 kesî hat lidarxistin ji bo şermezarkirina dorpêçkirina Xûta rojhilat ji aliyê hêzên Rijêmê, û di xwepêşandanê careke din daxwazên “rûxandina Rijêmê” û rakirina dorpêçkirina berdewam ya ji pênc salan ve, hatin bilindkirin.
Hêjayê gotinê ye ku li demekê pêştir jî xwepêşandan li gelek bajar û bajarokên Sûriyê hatibûn lidarxistin, û têde daxwaza destêwerdana bilez ji civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirov hatibû kirin, ji bo rakirin û şermezarkirina dorpêçkirina li ser xelkê Xûta rojhilat ya ji aliyê hêzên Rijêmê, ya bûye sedema mirina hejmarek hemwelatiyan ji encama pîsbûna xwarinê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/Smart