Bi dehan ji xelkên bajarokê ‘’ Me’er Şorîn’’ li başûrê Idlibê, di xwepêşandana ko çalakvanan duhî sêşembê êvarî rêkxistin kiribû, daxwaza ruxandina rêjîmê û berdana tevaya girtiyan kirin.
Xwepêşinderan redkirina xwe ji biryara lêbûrînê re ya rêjîmê derxistiye anîne ziman, û tekez kirin ko giring e Beşar Elesed û yên tawankariyên cengê digel wî ji 2011ê ve dikin bêne sizadan.
Xwepêşanderan alên şoreşa Sûriyê hildabûn, û siloganên ku tekeziyê li ser berdewamiya piransîbên şoreşê bi ruxandina rêjîmê dikin digotin.
Çalakvanên xwecihî destnîşan kirin ku nûkirina tevgera gel ya aştiyane; nîşana sûrbûna wan li ser berdewambûna şoreşê ye, û ew dê di daxwaza xwe ya rûxandina rêjîmê û berdana girtiyên li bal wê de berdewam bin.
Di hefteyên vê dawiyê de xwepêşandan li bakurê Sûriyê derdikevin, daxwaza ruxandina rêjîmê bi hemî bingehên wê dikin, û tekeziyê li ser berdewamiya şoreşê li dijî wê dikin.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî