Roja şemiya buhûrî “Melala Yûsif Zadî ” ya ko Xelata Nobila Aştiyê wergirtiye, li Libnanê cejna rojbûna xwe ya 18emîn bi zarokên Sûrî yên Penaber re kir, û çavdêrî li vekirina Dibistanekê kir ko perwerdeyê ji bêtir ji 200 keçên Penaber re dabîn dike.
Melala li nêzîk sînorê Sûriyê li Libnanê di daxuyaniyekê de got: “Serbilindayî ye ji bo min ko ez bîranîna rojbûna xwe ya hijdemîn bi mêrxasî û dahênaniya Keçên Sûriyê ve têkel bikim.” Doz li Serpereştên Cîhanê kir ko piştgiriya Gelê Sûriyê bikin û bi taybetî zarokên Sûriyê.
Ewê dît ko ew “Bobelateke Diltezên e” û ew dijwartirîn qeyrana Penaberan e ji dehên salan ve.
Navê “Melala Yûsif Zade Ol Xîrliz” li dibistanê kirin û ew dê şagirtên navbera 14 û 18an de pêşwazî bike.
Endama Desteya siyasî û cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya berê Nûra Elemîr got: alîkariya Penaberên Sûriyê û bi taybetî zarok ji bo xwendina xwe temam bikin erkekî cîhanî ye, û nemaze ko bêtir ji nîvê zarokên Sûriyê di rewşeke pir xirab de dijîn û beraberiya metirsiya nezaniya bimebest dikin.
Elemîr xweşhaliya xwe bi tiştê ko Melala kiriye diyar kir, û tekez kir ko ew erkekî mirovî û sincî ye bi qencî tê ziman.
Hem jî doz li dewletên Erebî û yên Heval kir ko alîkariya zarokên Sûriyê bikin yên ko bi sedema şerê Esed li ser miletê Sûriyê xwendina xwe ji dest berdane.
Her weha destnîşan kir ko perwerdekirina zarokan yek ji çekên têkbirina tiroristiyê ye.
Hevbendî+Acanc