Yana Sûrî ya azad di “31”hemîn xula qehremaniya “Bosfor” ya kareta navdewletî de ya li heftiya borî bi çavdêriya komîta olompî ya ser bi Hevbendiya Niştimaniya Sûrî li Tirkiyê hatibû lidarxistin beşdar bû.
Têde qehremanê Sûrî Elmu’tezbileh Ele’lî ji girûpa zarokên 10 salî, piştî hevrikiyeke bihêz di nav tîmên beşdar de, karîbû medaliya bronzî di “kata”tekane de bidest bîne.
Herwiha qehreman Usama Ele’lî ji girûpa ciwanan di sê lîstikan de bi ser ket, û di qehremaniya girûpê de biser neket.
Û geştên qehremaniyê bi heyamê sê rojan bi beşdariya hejmareke mezin ji welatên pêşketî di werzişa karetê de berdewam bû, û têde du qehremanên sûrî Elmu’tezbilah û Usama Ele’lî ser keftin.
Yekîtiya Tirkiyê ya karetê dît ku ev qehremanî tê di çarçovê piştgiriya oparesyona “Şaxê Zeytûnê” de, û diyar kir ku wê dahata wê biçe ji bo malbatên şehîdan û piştgiriya doxên mirovî yên li navçeyên rizgarkirî.
Herwiha ku Emu’tezbileh Ehmed Ele’lî li tîrmeha sala borî medaliya bronzî di qehremaniya “Mermera” de ya yariya “kata” tekane ya beşê zarokan qezenc kiribû, ku bi çavdêriya komîta olompî ya Hevbendiya Niştimaniya Sûrî ya li sala 2016’an hatiye damezrandin hatibû lidarxistin.
Û yana Sûrî ya azad sê medaliyên bronzî di qehremaniya navdewletî ya Bisfor ya karetê li bajarê Stembolê di rojên 3-4- 5 yên adara 2017’an de qezenc kirin.
Qehremanê navdewketî Usama Ele’lî li tîrmeha 2016 medaliya bronzî di “kata”tekane de ya beşê ciwanan bidest xist, û qehremanê navdewletî Elmu’tezbilah Ele’elî medaliya bronzî di “kata”tekane de li ser asta beşê zarokên (7-8) salî qezenc kir.
Hêjayê gotiyê ye ku”komîta olompî” ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve hatibû damezrandin, bi armanca rêxistinkirina sercem desteyên werzeşî û werzeşvanên Sûrî li hindur û ji derveyî welat, ji bo pêkanîna nûnertiyeke werzeşî ya Sûrî di berîkane û qehremaniyên E’rebî û navdewletî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî