Yekîneya hemahengiya piştgêriyê ACU tekez kir ku wê:”beşdarî kiriye digel hevkariya giropek ji hevparên xocihî yên kara li her du xotan de ya rojhilat û rojava bo şikandina dorpêçê ji hindur bi rêka perpêdan bi raperandina çendîn pirojeyên avedanî ” û destnîşan kir ku:” ji nav wan pirojeyan hin taybetên bi kertê avê û hin bi kertê xwarinê û hin ji wan bo ewlekariya xwarinê û bergiriya bajêrvanî”. û dazanîn ku wan ” 16 piroje li herdu Xotan de cêbicê kirine di nîva yekê de ya sala 2014an bi kujmê 700 dolarê Amerîkî, û di nav van pirojeyan de 11 piroje di Xota rojhilat de, û 5 piroje di Xota rojava de, ku 6 ji wan pirojeyan di biwarê dabîn kirine av û ava vexwarinê û pak kirinê de ne, û du piroje di biyavê bergiriya bajêrvanî dene, û 5 pirojeyên kiştokalî û du piroje bo ewlekariya xorakî û pirojeyekî firyagozarî”.
yekîneya hemahengiya piştgêriyê “sipasiya dewleta Qeter ya bira kir li ser piştevaniya wê ya berdewam bo yekîne yê da pere bi pirojeyên avedanî bike bi giştî û nemaze li navçeyên dorpêçkirî”. û amaje kir ku ev piroje hatin raperandin tevlî “ku herdu Xote di bin dorpêçe dijwar dene ji bal rêjîma Esed yê ko hewl dide vîn û hêza şoreşvan û hemwelatiyan bişkîne li jêr fişar û guvaştinên pêdawîstiyên mirovî.
(jêder: Hevbendî).