Rêxistina Hiyomen rayits wotş, şayit dana 4 sûriyan belge kir, ku di girtîgehên Esed de zîndan kirî bûn, û ev wêneyên hatîn ji girtîgehan yên kiryarên eşkence û kuştinê, belgeyên tawanbar kirina Esed xurt dikin bêhtir rastgoya têxe ser wan tawanan. û di raportekî de li ser şayitdana girtiyekî azadkirî ji girtîgeha Sîdnaya serbazî, rêxistinê got:”hin girtiyên berê yên di girtîgehên rêjîma Esed de, romanên pir bi tirs bo me pêşkêş kirin û şaiytdana yek ji serbazên veqetiyayî dibêje ku kiryarên komkujiyê di derheq girtiyan de hatine encamdan”. û herçar girtiyên azadkirî bas li ” kiryarên kuştinê kirin di hindur Zîndana Sîdnaya, û kawdanên girtinê yên zehmet”, û şayitdana serbazê veqeteyî hevşan hat digel wêneyên hezareha termên di naxweşxaneyên leşkerî de li Şamê. û tîmek ji parêzerên berniyasên navdewletî û pisporên nojdariya rewa di meha çileya paşîn de ya vê salê de, raportek amade kirin û têde hatiye ku rêjîma Esed ” rabûye bi eşkencedan û kuştina girtiyan bi şêweyekî pilangerî”. û li gor heman raportê, serbazekî veqetiyayî, bi “Qeysr” hatiye bi nav kirin, rabûye bi girtina 55 hezar wêneyan ji wêneyên 11 hezar terman di nexweşxaneyên serbazî de û ji hin navçeyên din li Şamê. û li ser wan terman xuya dikin nîşanên birsê û lêdan û xenqadinê û hin şêweyên din ji şêweyên azardan û kuştinê. û lêkolînerê tengaviya di Hiyomen rayits wotş de yê yekemîn, Olî Solfang got:” romanên van herçar girtiyên nû azadkirî, yên me hevdîtin bi wan re pêkanîn, rastgoyek mezintir dike li ser tawanbariyên berdest derbarî kiryarên komkujiyê di zîndanên Esed de. û dema Esed dadgeh bikin, wê kiryarên kuştinê di dema girtinê de yek ji yekemîn tawanan be ku dibe bersivê li ser bête dan”. û wan herçar girtiyan ji Hiyomen rayits wotş re gotin ku wan ” bi çavê xwe dîtine ku hin girtî li girtîgeha Seydnaya ji lêdan, eşkence, birçî û nexweşiyê dimirin”. Herwiha herçar girtiyên berê yên ku ” hatîn girtin di girtîgehan de bo dema 21 û 30 mehan de, ku bêhtirî di zîndana Seydnaya de derbas kirin, li ser kawdanên sext axivîn, yên pir qerebalix, û kêm xwarin û serma û hewa, û kêm xizmetên nojdarî, û rewşa tenduristiya kambax, ku hemû girtî tûşî zikçûn û nexweşiyên çermî dibûn”. û herçaran gotin ku “gelek ji kêşe wan kêm bû di dema girtinê de” û yekî ji wan got:” ku wî nîvê kêşe xwe kêm kir, ku bi tenê 50 K.G bû dema hatî berdan”. û Rêxistina navdewletî got ku: “romanên dîdevanan bi kêmbûna kêşeyên laşî hevşanin û hevkokin digel wêneyên Qeyser girtîn, ku di wan wêneyan de lawaziya wan diyare, û herwiha hestû û parasû û kortên li rûyên wan xuya dikin. û yekî ji wan got ku hevalekî wî di zîndanê de mir ji egera zikçûnê: ” wek termên di wêneyên Qeyser de”. herwiha Hiyomen rayits wotş, daxwaz ji Esed kir ku “rê bide çavdêrên navdewletî yên serbixwe û komîta dûvçûna rastiyan bi serdana tevahiya navendên girtinê bikin di Sûriya de”. û pêkanîna biryara jimare 2139 ya ku daxwaz kirye waz bîne li kiryarên eşkencedanê di girtîgehên rêjîma Esed de, û serbest berdana tevahiya girtiyên bêtawan.
(jêder: Hiyomen rayits wotş + Hevbendî).