Yekîneya Hevrêzkara Piştgiriyê ew jî yek ji dezgehên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê ye, kuştina karmendê xwe yê hawarhatinê Zekeriya Hicazî ragihand. Zekeriya di amanckirina firokên Rûsî ji turumbêla wî re di heman çaxê ko piştgiriya hawarhatinê ji derbideran re dikir li Gundewarê Helebê yê Başûr hate kuştin.
Dagîrkerên Rûs di meha pêşî ji dijminkariya xwe ya li ser Sûriyê tawanên cengê kirin, herêmên niştecihan, Nexweşxane, Dibistan, û Firne amanc kirin û di encamê de 1716 qurbanî çêbûn Jin û Zarok di nav wan de hene. Hem jî 12 Nexweşxane li sê Parêzgehan û Firna Nan ya Tîr Miela amanc kirin.
Hevbendiyê tekez kir ko dijminkariya Rûsî “Istiratîciyeke diyar e” çimkî sivîl armanca wan ya sereke ne bi mebesta kuştin an koçberkirina wan.
Hevbendiya Niştimanî doz kir bi pêrabûnin kêrhatî û kartêker ji bo êrêşên Rûsî li ser miletê Sûrî birawestînin.
Jêder: Hevbendî