Encumana Xwecihiya Kobanê ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd ve, daxuyaniyek belav kir têde piștgiriya xwe ji serhildana Mehabadê re nîşan da û kiryarên rêjîma Îranê pirotesto kirin.
Li ser vê mijarê Yeşar Elî Endemê Encumana Xwecihiya Kobanê ji malpra me re got “rêjîma Îranê ne tenê zilm u zorê li gelê kurd dike, li gelê Îranê tevî dike”
Her wiha Elî bal kișand ser tawanên rêjîma Îranê li dijî kurdan ji sala 1946 de dema bidarvekirina serkê komara Mehabadê Qadi Mihemed, û herweha terorkirina herdû serokên Partiya Demoqrata Kurdistana Îranê Abdilrihman Qasimlo û Sadiq Şerefkendî.
Ji hêleke din ve Elî nîşan da ku “rêjîma Îranê roleke xirab di rojhilata navîn de dilîze û bi taybetî di Sûryê de bi alîkariya wê ji rêjîma Esed re”.
Elî got “ev serhildan ji ber zordariya rijêma kevneperest ya Îranê ye, û şehîdbûna Ferînaz Xisrewanî bû sedemek ji gelek sedeman re “.
Jêder : Hevbendî