Dibin sîbera hikûmeta demkî ya Sûriyê de, û bi amadebûna serokê hikûmetê Dr. Cawad Abu Hatab , Zanîngeha Helebê li bajarê “Izaz” yê li gundewarê Helebê, merasîmên derçûnê ji bo 550 xwendekaran lidar xist.
Piraniya karmendên wanebêjiya zanîngehê, û serokên meclîsên herêmî yên li gundên bakur, û fermandarên artêşa niştimanî, û fermandarê polîsên azad li bajêr, di merasîmê de beşdar bûn.
Û rêveberên Zanîngeha Helebê ya Azad, xelat dan hemû kesên alîkarî ji bo pêşxistina kar û xebatên zanîngehê û dezgehên wê kirine, û hêsankarî û ewlehî ji xwendekaran re dabîn kirine .
Cewad Abu Hatab tekez kir ku hikûmeta demikî giringiya herî mezin dide wezaretên perwerde û tendurustiyê, û destnîşan kir ku pîtedaneke mezin bi xwendekaran heye ji bo xwendina xwe temam bikin, û bawernameyên xwe yên zanîngehê wergirin, ji bo sûde ji wan bête dîtin ji bo karê dezgehên li herêmên rizgarkirî.
Zanîngeha Helebê ya Azad, ya ser bi Wezareta Perwerdehiyê ya hikûmeta demî ve ye, û 19 kolîj û 10 peymangeh û beşên cuda têde hene, herwiha çend beşên din ên zanîngehê ji bo temamkirina xwendina masterê her ji sala 2018’an ve hatine avakirin, û hejmara xwendekaran gihiştiye 5 hezar xwendekar.
Zanîngeh li gel Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê bizavê ji bo bidestxistina danpêdaneke navdewletî dike. Jêder: Ofîsa Agahdariya Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê