Wezareta tenduristî ya hikûmeta demkî amaje bi hindê kir ku: “kilîn û xestexanên meydanî yên girêdayî rêveberiya Şam û gundewarên wê ve ya ser bi Wezareta tenduristî ya hikûmeta demkî, pêşewazî li gelek nexweşên zikçûn û veraşandinê kir û pişkinînên pêdivî bo wan encamdan û encamên nexweşiyan diyarbûn: nexweşiya jehrîbûnê û êşa zirav û (tavika A), û zerik”. û wezareta navhatî da xuyakirin ku:”dermanê pêdivî hatin dan bo nexweşan û hindekî dîtir hatin pêşewazîkirin û hindek xistin li bin çavdêriyê de.”
Wezareta tenduristî ya hikûmeta demkî ronkir ku :” li bin sîbera berdewamiya dorpêçkirina ya neheq hatî sepandin li ser deverê ji aliyê bandekên Elesed ve û bi sedema lawaziya şiyanan, û kêmderametî, û zehmetiyên derbaskirina keristeyan, jimara nexweşan berbijara bo zêdebûnê bi taybetî ji ber lawaziya şiyanên bergiriyê ji nexweşiyan û derbasbûna mawê kelupelên xwarinê yên heyîn û pîsbûna ava vexwarinê”.
(Jêder: Hikûmeta demkî)