Navçeya başûrê Sûriyê rastî zêdegaviyeke leşkerî û binpêkirina rêkeftina “kêmkirina zêdegaviyan” bi awayekî çaverênekirî ji aliyê hêzên rijêma Esed û milîsên terorîst yên Îranê ve dibe, bi armanca peydakirina pêleke koçberiya kotekî ya nû wek heman kiryarên koçberkirinê yên li taxên Şamê û Xûta û gundewarên Himus û Hemayê hatibûn pêkanîn.
Li ser malperên Internetê ji aliyê çalakvanan ve vîdo û wêneyên bombebarankirina bajar û bajorokên Der’a ji aliyê firokên rijêmê û firokên şer yên Rûsiya û tevî topbarankirina navçeyê bi rokêtên tank û topan hatine belav kirin.
Û çalakvanên gundewarê Der’ayê gotin ku bi sedema bomebaranê zêdetir ji 10 kesan şehîd û birîndar ketin, di nav wan de karmendekî bergiriya sivîl ji gundê “Misîkê” ji encama êrîşeke firokên şer li dema ku radibû bi erkê xwe yê ji bo rihakirina sivîlan ji cihê bûyerê şehîd ket.
Zêdebarî vê yekê rijêma Esed milîsên “Eldifa’h Elwetenî” yên li Siwêda ji bo bombebarankirina taxên Der’ayê bikar tîne, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kiribû ku rijêm hewla çêkirina fitnê di navbera xelkê Siwêda û Der’ayê de dide, ji bo peydakirina şerekî mezhebî û navxweyî û veşartina tawanên xwe yên li dijî sivîlan.
Çalakvanên Der’ayê cext kirin ku hêzên Esed rê li pêşiya sivîlên ku ji bombebaranê û kiryarên leşkerî baz didin digirin, her weha rêbuhêrkên çêkirî di navbera navçeyên rizgarkirî û yên di destê wê de digre.
Hêjayê gotinê ye ku hêzeke leşkerî ya mezin ji aliyê rijêma Esed li Der’a hatiye komkirin û wêneyên koçberkirina xelkên Xûta rojhilat yên li ser kaxizan ji aliyê hilîkopterên rijêmê ve li ser xelkê Der’ayê hatibûn avêtin ji bo kiryarên koçberkirina kotekî li pêş çavên wan bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê berpirsyariya gurkirina şer li navçeya başûr xist hustê Rusya de, û di daxuyaniyeke xwe de got: ku “ dagîrkera Rûsî û ne jî ya Îranî nikarin vîna gelê Sûriyê yê ku berdewam e di têkoşîna xwe de li dijî dagîrkerî û sitemkariyê de bişkîne, û xelkên Sûriyê wê armancên xwe pêk bînin çi niha be yan jî di demên bê de be”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî