Girtin li bajarê Efrînê ji hêla çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqrat PYD ve berdewam e, bi taybet çalakvan û endamên Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûrya .
roja Yekşemê 25 êlûnê, Luqman Îbano yê ji navçeya Me’betlê, piştî ku ji Herêma Kurdistanê vegeriya bê ti sedeman nîşan bidin hat girtin.
hêjaye gotinê ku bi dehan girtiyên siyasî li Efrînê di zindanên PYD de hene.
Jêder: Hevbendî