Toreya Sûrî ya Mafê Mirovan 71hezar binçavkiriyên bi kotekî li Sûriyê ji nav wan jî 4100 Zarok û 2377 Jin di çar salên dawî de belgeh dike.
Di rapoerta xwe de ya bi navûnîşanê“Êşa Berdewam” ya sebaret roja cîhanî ya qurbaniyên binçavkirina kotekî ko 30 tabaxê her sal çê dibe, Tore dibîne ko Rêjîma Esed diyardeya binçavkirina kotekî ji bûyerên Hemayê 1982an ve ko 17 hezar kes tê de hatine binçavkirin, ji wê hingê ve ev pîstirîn binçavkirin pêk aniye.
Raportê destnîşan kir ko Rêjîma Esed çekê binçavkirina kotekî bikar aniye tako tiror û tirsê di nav xelkê de peyda bike. Bêtir got” girtin û binçavkirina kotekî ne tenê di derbarê çalakvanên siyasî de bikar aniye, belê bi operasiyonên bêserûber jî rabûye heta bi mezin û zarokan di operasiyona têkbirina binyada civaka Sûrî de.”
Raportê bibîr anî ko binçavkirina kotekî li gora peymaneke taybet qedexe ye, ew jî ” Peymana navdewletî ya parastina kesan ji binçavkirina kotekî ye” ya ko sala 2006an pesend bû, her wiha ew li dijî peymanên Cinêvê yên sala 1949ê ye.
Jêder: Hevbendî