Desthilatên ewlekariyê li Erebistana Si̕ûdî pilanek ku Beşar Esed û rejîma xwe di riya şebîheyên xwe re ji bo pêkanîna kareke tiroristî li keşwerê danî bûn têk birin. Desthilatên ewlekariyê destnîşan kirin: ” hejmara kesên ku di vê pilanê de werbûne giha 48 kesan, di dema neh mehan de hatin girtin “. pileya hejmara kesên Sûrî di zindanê ewlekariyê de ya diwemîn e piştî ya Yemeniyan ku hejmara wan gihaye 189 kesan.
Jêderin rojnamgerî dan xuakirin:” operasyonên girtinê ji meha Sefer ya bûrî de destpê kir, ya dawî di roja 26ê meha Şewalê de bû, pirên wan ji kesên ku li ser xaka keşwerê dijîn, û 11 kes ji wan bi serdanî hatine “.
Û zêde kir:”Nîvê meha Şewalê ya bûrî , û bi destnîşan, roja 14 Şewalê, mezintirîn pêvajo di warê şopandina vê torê de hat tomarkirin. Şeş kes ji wan di heman rojê de hatin girtin, û pênc kes ji wan bi hev re di roja 6ê Rebî´h Elsanî ya bûrî de”. Û berdewam kir: ” 6 kesên ku vê dawiyê hatin girtin, kar bo bidawîkirina kaxezên wan ji bo şandina wan ji dozdarê giştî re û pêkanîna dozên ku di derheqê wan de hatine, 42 kesên mayî hîn di bin lêpirsînê de ne.”
Jêder: Elerebiyê