• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Tuesday, 24 January , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçeyên Navnetewî

Erdoxan Û Baydin Gengeşeyê Li Ser Qonaxa Veguhêz Ya Bê Esed Dikin

November 23, 2014
in Nûçeyên Navnetewî
Erdoxan Û Baydin Gengeşeyê Li Ser Qonaxa Veguhêz Ya Bê Esed Dikin

Co Baydin cêgirê Serokê Amerîka bi Receb Teyib Erdoxan re “qonaxeka veguhêz bê beşdariya Esed” gengeşe kir, û di kongirekî rojnamevanî de Baydin ligel hevkûfê xwe yê Tirk got:”Me bi hev re gengeşe li ser şêwazên bihêzkirina şoreşgerên sûrî û  gerantiya qonaxeka veguhêz bê Esed kir, tevlî têkşikandina terorîstan û nehêlana cihê hêmin ji vehewandina wan re”. Ji aliyê xwe ve Erdoxan pêwendiyên duqolî bilind nirxandin û got:”Em dixwazin hevkariyên xwe bi Amerîka re berdewam bikin û em ji bo pêşxistina wan kar dikin “. Têzanîn ku berî niha Baydin nikarîbû Tirkiyê ji bo tevlîbûna Hevpeymaniya Navdewletî razî kiriba, ku di wê demê de Erdoxan mercên wî hebûn û aşkera kiribû ku Tirkiya neamadeye tevlî hevpeymaniyekê bibe eger armanca wê ne ruxandina Esed û dijberiya terorê bi hemû rengên wê be, hêjaye gotinê ku Baydin di heyva bûrî de balkişandibû ku siyaseta tirkiya û piştgiriya wê bo çekdarên sûriyê bû fakterek bo peydabûna Daiş, her ji ber vê çendê Erdoxan hişyarî dabû ku pêwendiyên wan ligel Amerîka heye ku qut bibin. Têzanîn ku Robert Ford balyozê berê yê Amerîka li Sûriyê di heftiya bûrî de, stratîjiya hêzên Hevpeymaniyê bi tundî rexne kir û got:” ” Em niha bi rola hêzên asîmanî yên Esed radibin”, wek amajekirinekê li ser êrîşên asîmanî yên Hevpeymaniyê li ser navçeyekê ku artêşa azad têde hêzên Esed dorpêç kiribûn, û ew êrîş bû sedema şikandina wê dorpêçkirinê. Herwiha navborî tekez kir ku”êrêşên esmanî yên Hevpeymaniyê  rêjîma Esed bihêz dikin”, têzanîn ku Komîteya Pêwendiyên Derve ya kongirês rûniştinek lidarxist li jêr navê “pêngavên dahatî di siyasetên Amerîka de li derbarî Sûriya û Îraqê”, Robert Ford li pêş rûniştiyên li kongirês got ku:” derbeyên asîmanî li Sûriya ziyan gihandin hêzên miyanrê yên şoreşê, û rastgoya hevpeymaniyê kêm kir, û bereya Elnesra ya dijberiya rêjîmê dike lawaz kir “, û dirêjî da axafina xwe û got “pêwîst bû ku me stratîjiya xwe di vê mijarê de diyar kiriba, û sedema lêdana Bereya Elnisra hatiba şirove kirin?”, Navborî tekez kir ku têkşikandina DAiŞ zehmet e eger rêjîma Esed  deshilatdar  bimîne, û amaje bi pêwîstiya zêdekirina fişaran li ser rêjîmê ji bo hêsankirina têkşikandina Daiş kir, û rawestandina rijandina xwîna Sûriyan ya bêhtir ji sê salan e tê kirin. Ji aliyekî din Tişak Hîgil wezîrê bergiriya Amerîka got: ” ku rêjîma Esed bi şêweyekî nerastûxo mifa ji Hevpeymaniya Navdewletî  ya hatiye pêkanîn bo dijberiya rêxistina Daiş dît ” û got:” ku Esed bi xwe tevlîhevî li Sûriyê peyda kir”. Hêjayî gotinê ye ku berî çend rojan Hadî Elbehra Serokê Hevbendiya Niştimanî daxuyaniyek dabû û têde gotibû:” berhestek li ba me heye ku Hevpeymanî û hêzên Esed di yek rêyê de kar dikin, ji ber ku Esed bi serbestî tevdigere”, herwiha Elbehra got ku:” jinavbirina Daiş – ya êşeke- nayê kirin, bê jinavbirina  rêjîma Esed ya sedemkarê serekî yê vê êşê ye”. û zêdekir û got:” ku rêjîma Esed ketwara tevlîheviyê peyda kir, ya ku bû derfetek bo geşbûna rêxistina Daiş” û Elbehra li bîra hêzên Hevpeymaniyê û Cîhanê anî ku “Artêşa Azad biryara dijberiya Daiş sitand bê şêwira Civaka Navdewletî, ji ber dît ku Daiş metirsî ye li ser Miletê Sûriyê”, û tekez kir ku:”êrîşên asîmanî yên Hevpeymaniyê serkeftinê bidest nayînin bê operasyonên bejayî” û daxwaz ji Hêzên Hevpeymaniyê  kir ku divê ” hemahengiyê ligel artêşa Azad li ser erdê bikin” û tekezî kir li ser pêwîstiya piştgiriya artêşa Azad bo “Encamdana şerê xwe yê çarenivîsî li dijî Esed, sedemkarê serekiyê terorê û li dijî rêxistinên terorîstî yên din”, wek amajekirinekê li rêxistinên alîgerên Esed mîna Hizibulah û hêza Ebû Elfedil Elebas û yên din.

Jêder: Hevbendî   

ShareTweetSend

Posts Related

Hevbendiya Niştimanî Şewitandina Qurana Pîroz li Swêdê Şermezar Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Şewitandina Qurana Pîroz li Swêdê Şermezar Dike

January 23, 2023
83 Filistîniyên Taxa Eltedamun di Girtîgehên Rijêma Esad de Windakiriyên Kotekî ne
Nûçeyên Hevbendiyê

83 Filistîniyên Taxa Eltedamun di Girtîgehên Rijêma Esad de Windakiriyên Kotekî ne

January 23, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.5k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.