Îro; Netewên yekgirtî ragihand ku li dawiya meha êlûna bê wê şanda hevbeşa ya rêxistina navdewletî û rêxistina qedexekirina çekên kîmawî ya berpirsa têkbirina embarên kîmawî yên sûriyê wê bê jiberhevxistin. û Ban kî Mon nameyek ji Balyozê Birêtanî Mark Lîl Girant serokê Encûmena Ewlekariya navdewletî re şand û têde hatiye ku ” bi têk birina sercem keresteyên çekên kêmyawî ya ku hatî ragihandin , ew ji karên serekî ye yê şanda navborî û tekezî li ser hatibû kirin di danustandinan de ligel rêveberê giştî yê rêxistina qedexekirina çekên kîmawî, ku emê dawî bi karê şanda hevbeş bînin di roja 30 êlûna 2014an”. Herwiha Ban kî Mon di wê nameyê de tekez kir ku ” berdewam wê desthilata xwe pêk bîne da çavdêriya pêkanîna biryara Encûmena Ewlekariya Navdewletî bike ya ku di sala par hatî derxistin û ya daxwaza jinavbirina tevahiya enbarên gazên jehrê û kargehên berhemhênana wê gazê li Sûrî “. û herwiha emîndarê giştiyê (NY) got: ku hîn jî danustandin berdewam in di navbera rêxistina çekên kîmawî û rêjîmê de, derbarê rêşûn û amadekariyên têk birina tişta mayî ji karsaziyên berhemhênana çekên kêmyawî ku hejmara wan 12 kargeh in”.
Jêder: El´erebiya.net