Tuesday, May 6, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî

Li Hesekê : Çekdarên PYD Tundûtûjî Û Lêdanê Bi Beşdarên Xwepêşandanên Aştiyane re Bikar Tîne Û Hejmarekê Ji Wan Digre

November 20, 2015
in Nûçeyên Xwecihî
Reading Time: 2 mins read
A A
Li Hesekê : Çekdarên PYD Tundûtûjî Û Lêdanê Bi Beşdarên Xwepêşandanên Aştiyane re Bikar Tîne  Û Hejmarekê Ji Wan Digre

Çekdarên Partiya Yekîtiya Dimuqrat “PYD” tudutûjî û lêdan bi cemawer re bikar anîn, di kombûna aştiyane de ku Encumena Xwecihî ya Encumena Niştimanî Kurdî li bajarê Hesekê  îroj înê 20.11.2015an xwestibû, ji bo nerazîbûna xwe der barê kiryarên “PYD” û “Tev – Dem” ji girtina kesên siyasî û leşkeriya neçar û ferzkirina bacan li ser welatiyan herweha ferzkirina rêbazên xwendinê bidin xuyakirin.

Hejmarin mezin ji çekdarên “PYD” hatin cihê xwepêşandanê û bê cudahî di navbera jin û mêran de dest bi lêdana cemawer kirin, hindek alavên wênekêşiyê û mobayl û  alayên Kurdistanî ji dest wan girtin, û sixêfin kirêt û bi taybet derheqê jinan de gotin, di encamê de  û li gor daxuyaniya Encumena Niştimanî Kurdî vê êvarê hindek xort û keç birîndar bûn, û hindek xort hatin girtin.

Encumena Niştimanî Kurdî di daxuyaniya xwe de şermezarkirin û nerazîbûna xwe ji bo tiştê ku destên tawankar pêk anîn anî ziman, û tekez kir ku ev kiryarên beloq û ne berpirs wan ji kar û xebata wan dûr naxin, û anî ziman ku şêweyê danustendina wan cewherê wan diyar dike.

Encumena Niştimanî Kurdî daxuyaniya xwe wisa bi dawî kir:” Em ê di lidarxistina çalakiyên aştiyane berdewam bin, ji ber kiryar û karê wan yê zirarê digihînin pirsgirêka milletê me û yekirina helwesta wî berdewam e, û em ji hemûyan re tekez dikin ku ev nikarin pêşeroja milletê me û pirsgirêka wî ya dadwer têk bibin”.

Hêja ye gotinê ku Encumenên Xwecihî yên Encumena Niştimanî Kurdî, di demên dawî de xwepêşandanin wisa li gelek bajar û bajarokan di bin diruşma ” Na ji biryarên yekalî re der barê pirsgirêka Kurdî ”  lidar xistin, û ev xwepêşandan ji hêla endamên çekdar yên Partiya Yekîtiya Dimuqrat bi kiryarin tewş û ne berpirs hatin pêşwazîkirin, mîna lêdan, riswakirina beşdarên di xwepêşandanan de, û girtina siyasetmedar û ragihêneran û desteserkirina alavên wan.

Jêder: Hevbendî

ShareTweetSend

Related Posts

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin
Nûçeyên Xwecihî

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin

December 4, 2024
Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in
Nûçeyên Xwecihî

Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in

December 4, 2024
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e
Nûçeyên Xwecihî

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e

November 13, 2023
Next Post

Hevbendî Seferberiya Giştî Ji Artêşa Azad û Yekîneyên Şoreşê Li Gundewarê Laziqiyê Dixwaze

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.