Çekdarên Partiya Yekîtiya Dimuqrat “PYD” tudutûjî û lêdan bi cemawer re bikar anîn, di kombûna aştiyane de ku Encumena Xwecihî ya Encumena Niştimanî Kurdî li bajarê Hesekê îroj înê 20.11.2015an xwestibû, ji bo nerazîbûna xwe der barê kiryarên “PYD” û “Tev – Dem” ji girtina kesên siyasî û leşkeriya neçar û ferzkirina bacan li ser welatiyan herweha ferzkirina rêbazên xwendinê bidin xuyakirin.
Hejmarin mezin ji çekdarên “PYD” hatin cihê xwepêşandanê û bê cudahî di navbera jin û mêran de dest bi lêdana cemawer kirin, hindek alavên wênekêşiyê û mobayl û alayên Kurdistanî ji dest wan girtin, û sixêfin kirêt û bi taybet derheqê jinan de gotin, di encamê de û li gor daxuyaniya Encumena Niştimanî Kurdî vê êvarê hindek xort û keç birîndar bûn, û hindek xort hatin girtin.
Encumena Niştimanî Kurdî di daxuyaniya xwe de şermezarkirin û nerazîbûna xwe ji bo tiştê ku destên tawankar pêk anîn anî ziman, û tekez kir ku ev kiryarên beloq û ne berpirs wan ji kar û xebata wan dûr naxin, û anî ziman ku şêweyê danustendina wan cewherê wan diyar dike.
Encumena Niştimanî Kurdî daxuyaniya xwe wisa bi dawî kir:” Em ê di lidarxistina çalakiyên aştiyane berdewam bin, ji ber kiryar û karê wan yê zirarê digihînin pirsgirêka milletê me û yekirina helwesta wî berdewam e, û em ji hemûyan re tekez dikin ku ev nikarin pêşeroja milletê me û pirsgirêka wî ya dadwer têk bibin”.
Hêja ye gotinê ku Encumenên Xwecihî yên Encumena Niştimanî Kurdî, di demên dawî de xwepêşandanin wisa li gelek bajar û bajarokan di bin diruşma ” Na ji biryarên yekalî re der barê pirsgirêka Kurdî ” lidar xistin, û ev xwepêşandan ji hêla endamên çekdar yên Partiya Yekîtiya Dimuqrat bi kiryarin tewş û ne berpirs hatin pêşwazîkirin, mîna lêdan, riswakirina beşdarên di xwepêşandanan de, û girtina siyasetmedar û ragihêneran û desteserkirina alavên wan.
Jêder: Hevbendî