Sunday, May 4, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Siyasî

Pizîşkên Bê Sînor: 11 Laşên Mirî Ji Nexweşxaneya Bombebarankirî Hatine Derxistin

February 17, 2016
in Nûçeyên Siyasî
Reading Time: 2 mins read
A A
Pizîşkên Bê Sînor: 11 Laşên Mirî Ji Nexweşxaneya Bombebarankirî Hatine Derxistin

Serab Ozturk ,Berdevka rêxistina Pizîşkên Bê Sînor li Tirkiyê da xuyakirin ku termên 11 kesan piştî bumbebarankirina firokên cengê yên dijminkariya Rûsî, ji nexweşxaneyekê ku rêxistina wan rêveberiya wê dike li bajarê Me’eret Elnu’man li parêzgeha Idlibê roja duşema bûrî 15ê sibata em têde hatina derxistin, û diyar kir ku hîn jî karê lêgerîn û rizgarkirinê berdewame.

Ozturk got ku wan piştî vekolînê nas kir ku 25 karmend di nexweşxaneyê de bûn dema bumbebarankirinê, û da zanîn ku 15 ji wan bê ku zirar bighê wan rizgar bûn, û 3 ji wan birîndar bûn, û termên 5 karmendan û 5 nexweşan û kesek ji xizmên nexweşan hatin derxistin, û Ozturk got ku ew nizanin hejmara kesên di hundirê nexweşxaneyê de di dema bumbebaranê de, ji ber ku bumbebaran bi şev di dema guhertina nobetên karmendan pêk hat, û tirsa xwe ji zêdebûna hejmara kuştiyan anî ziman.

Ozturk balkişand ser ku 17nexweşxane ji destpêka sala nû de hatine bumbebarankirin, 5 ji wan di bin rêveberiya Rêxistina Bizîşkên Bê Sînor de ne.

Û Ozturk bumbebarankirina sivîlan û avahiyên tendurustiyê bi tundî şermezar kir, û daxwaza rawestandina bumbebaranê bi şêweyekî yekser û pabendiya bi yasayên Navdewletî û mirovahî kir.

Rêxistina Pizîşkên Bê Sînor berê jî ragihandibû ku hevpeymaniya di nav Rûsiya û rêjîma Esed de , nexweşxaneya ku rêxistina wan birêve dibe bombebaran kiriye, her weha berpirsên nivîsgeha Rêxistinê li Ferensayê ji ajansa Anadolê re gotibû ku balafirên vê hevpeymaniyê nexweşxaneya Me’eret Elnu’iman bombebaran kir.

Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî, berpirsyariya tawanên pêkhatî li dijî armancên sivîl û nexweşxane jî ji wan in, xist hustê Moskoyê de, û hişyarî da û got:”bêdengiya civakka navdewletî sedema sereke ye ji berdewamiya van riftarên Rûsî re, û wê ev bêdengî bibe fakterek dîtir ji bo mezintirkirina bobelatên rêjîma Esed û wê bigihên astên herî pîstir, û wê ev tişt bandora nerênî ne tenê li ser pêvajoya prosesa siyasî bike, lê wê bihêle teroristiya ku Mosko sîwana herî guncayî jêre dabîn dike berfirehtir bibe”.

Û hevbendiya Niştimanî ji “Tîma Kar” ya ku ji encama lihevkirina Miyonixê ava bû xwest, ku bi şêweyekî zû li ser tawanên ku Hêzên Rûsî der heqê Sûriyan de pêk tînin raweste, ji ber ku ev kar dibin gef û nahêlin tu pêşketin di lihevkirina siyasî de çêbibe, û tekez  kir ku eger jidilbûn û cidiyeta tê xwestin der barê van binpêkirinan neyê dîtin , ev tê wê wateyê ku civaka navdewletî hevpare di beravêtîkirina tiştên li Miyonixê pêk hatibû.

Jêder : Hevbendî + Anadol

ShareTweetSend

Related Posts

Fransa Êrîşên Rijêma Esed û Rusya li Ser Parêzgeha Idlibê Şermezar Dike
Nûçeyên Siyasî

Fransa Êrîşên Rijêma Esed û Rusya li Ser Parêzgeha Idlibê Şermezar Dike

November 7, 2023
Desteyên Alîkariyê Hişyariyê ji Encamên Rawestandina Alîkariyên Mirovî li Sûriyê Didin
Nûçeyên Siyasî

Desteyên Alîkariyê Hişyariyê ji Encamên Rawestandina Alîkariyên Mirovî li Sûriyê Didin

June 25, 2022
Lêbûrîna Navdewletî: Yasaya ku Îşkencê wek Tawan Dibîne, Hewildana Veşartina Tawanên Rijêma Esed e
Nûçeyên Siyasî

Lêbûrîna Navdewletî: Yasaya ku Îşkencê wek Tawan Dibîne, Hewildana Veşartina Tawanên Rijêma Esed e

April 2, 2022
Next Post
Alîko: PYDê Rêxistinek Karmend e Pêwendiya Wê Bi Berjewendiyên Gelê Kurd Nîne Tenê Xizmeta Berjewendiyên Rêjîma Esed Û Rûsiya Dike

Alîko: PYDê Rêxistinek Karmend e Pêwendiya Wê Bi Berjewendiyên Gelê Kurd Nîne Tenê Xizmeta Berjewendiyên Rêjîma Esed Û Rûsiya Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.