Thursday, May 8, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî

ENKS’ê Êrîşa Çekdarên PYD’ê Li Ser Gelê Beşdar Di Cenazeya Pêşmergeyê Şehîd Şermezar Dike Û Banga Xwepêşandanan Li Hindur Û Derveyî Welat Dide

August 16, 2016
in Nûçeyên Xwecihî
Reading Time: 2 mins read
A A
ENKS’ê Êrîşa Çekdarên PYD’ê Li Ser Gelê Beşdar Di Cenazeya Pêşmergeyê Şehîd Şermezar Dike Û Banga Xwepêşandanan Li Hindur Û Derveyî Welat Dide

Encûmena Niştimanî ya kurdî, kiryarên kirêt yên dûr ji rewştên demokrasî û mirovî û dûr ji sincên kurdayetiyê yên ku nirxekî mezin didin bi cangorî û şehîdan, û kiryarên girtin û desteserkirina kadiro û serkirdeyên ENKSê şermezar dike.

ENKS’ê tekez kir ku ev kar û kiryarên kîndar, nikarin wê ji xebata netewî û demokrasî ya rojane dûr bixin, heta bidestxistina azadî û demokrasiyê li welat, û herwiha daxwaz ji PYD’ê kir ku dest ji neyartiya ENKS’ê û ji û şêweyê xweferzkirina bi zor û zebrê berde, û vegere zimanê têgihiştin û aştiyê, herwiha daxwaza xistina fişaran li ser PYDê ji civaka navdewletî û ji partiyên kurdistanê kir, ji bona vegera ji siyasetên xwe yên pêrewkirî yên nakevin di xizmeta doza netewî û niştimanî de, û herwiha dibe hokarê têkbirina aştiya navxweyî û civakî li welat.

Herwiha ENKS’ê bang li cemewerê kurd kir ji bona redkirina siyasetên dijî gelê kurd û doza wî ya netewî ya rewa ji aliyê (PYD)ê ve, û daxwaza xwepêşandanên cemawarî li hindur û derveyî welat ji bona redkirin û şermezarkirina van kar û kiryarên dûr ji piransîpên azadî û demokrasiyê.

Hêjayê gotinê ye duhî û di dema bixaksipartina termê şehîd Hebîb Qedrî ji pêşmergeyên rojava yê şehîd bûyî di çeperên Giwêr û Xazir de li dijî terorîstên DAÎŞ’ê li Herêma Kurdistanê, û bi hezaran xelkê kurd derketibûn li ser şeqam û cadeyan bi dirêjahiya riya Sêmalka heta digehêje Qamişlo ji bona pêşwaziya şehîdê pêşmerge, lê ew cemawer û xêliyê cinazê şehîd rastî kiryarên req yên çekdarên PYDê hatin, her ji gundê Xanaserê û heta gund û bajarokên din yên li ser riya Qamişlo, û çekdarên PYDê rê li pêşiya pêşwaziya cinazê şehîd bi rêka rêbendên xwe li ser dezgehên gund û bajaran girtin.

Herwiha termê şehîd bo dema çend demjimêran revandin, û cemawer rastî xeber û dijûnan hatin û çar serkirdeyên PDK-S’ê girtin ji wan: Mihemed Îsmaîl û Neşat Zaza û Ebdulhekîm Hacî û Nafih Ebdulah, tevî çend çalakvan û mediyakaran ji wan: Mizgîn Remezan, Mahir Ehmed û Mihemed Xêr Xelef û Alan Mistefa û Ferhad Hesen, û piştî bidawîhatina rêuresmên bixaksipartinê, du serkirdeyên partiya ‘Yekîtî, berêz Hesen Salih û Ebdulah Gedo hatin girtin.

Jêder: Hevbendî

ShareTweetSend

Related Posts

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin
Nûçeyên Xwecihî

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin

December 4, 2024
Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in
Nûçeyên Xwecihî

Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in

December 4, 2024
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e
Nûçeyên Xwecihî

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e

November 13, 2023
Next Post
Firokên Dijminkarên Rûsî Nexweşxanakê Li Gundewarê Helebê Amanc Dike Û Turumbêlên Ambolansê Dişewitînin

Firokên Dijminkarên Rûsî Nexweşxanakê Li Gundewarê Helebê Amanc Dike Û Turumbêlên Ambolansê Dişewitînin

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.