Firokên dijminkarên Rûsî doh Sêşembê Nexweşxana”Elrîh Elmursele” li bajarê Daret Eza li Gundewarê Helebê yê Rêjava amanc kir, di encamê de wêraniyeke mezin di piraniya beşên wê de çêkir û ji xizmetê derêxist, her wiha bû sedema sotandina Turumbêlên Ambolansên Nexweşxanyê.
Bajarê Dart Eza doh ket ber êrîşeke asmanî ya tund ji Firokên Cengê yên ko taxên bajêr bi 15 êrîşan bi Mûşekên teqînerên xurt amanc kirin, di encamê de çend şehîd û birîndar ketin û ziyanine mezin gihan avahî û mal û milkên xelkê.
Her wiha Firokên dijminkarên Rûsî ji destpêka dijminkariyan de bi dehan Nexweşxane û navendên bijîşkî amanc kirine, û ew bi yekcarî ji xizmetê derêxistine, û ya dawî ji du rojan ve bû, amanckirina Nexweşxana Zarok û Jinan li Arûm Elkubra.
Jêder: Hevbendî+Acans