Çekdarên PYD bi hilmeteka tepeserî û terorî rabûn, li dijî cemawerê kurd ên li gelek bajaran li ser banga ENKS’ê derketibûn xwepêşandanan, ji bo pirotistokirina kiryarên revandin û binçavkirina serkirde û çalakvan û siyasetmedarên kurd,û têde xwepêşanderan dirûşmên azadiyê û pirotistokirina girtin û fermanên nerewa yên milîtanên “PYD” bi darê zorê disepînin li ser miletê kurd bilind kiribûn, di pêşiyê de şermezarkirina leşkeriya neçarî ya ciwanên kurdan, û daxwaza serbestberdana girtiyan kirin.
Hêjayê gotinê ye ku ev bangêşta ENKS’ê hat li ser binçavkirin û girtina 22 çalakvanên kurd û di nav de hejmarek ji endamên ENKS’ê û herwiha sirgûnkirina serokê ENKS’ê berêz Îbrahîm Biro ji aliyê milisîn PYD’ê ji Qamişlo bo başûrê Kurdistanê li jêr gefa çekan.
Herwiha miletê kurd li ser heman banga ENKS’ê li Qamişlo û Amûdê û Dirbêsiyê û Dêrikê û li hin navçeyên din derketin xwepêşandanan, û çekdarên PYD’ê bi zebr û zengê rê li pêşiya derketina xwepêşanderan girtin û binçavkirinên bêserûber kirin.
Ligor hin çalakvanan ku milîtanên PYD’ê serkirdeyê PDKS’ê yê binavê Bextiyar Hesen Resûl û endamê din yê heman partiyê binçav kirin, û li bajarê Amûdê bi hilmeteka serkutkirinê rabûn û dest bi girtina hin siyasetmedarên kurd kirin ji wan: Enwer Naso û Fehid Cohan û Fêsel Qadrî û Kawa Konreş û Hisên Mistefa û Xal Hisên û rojnamevan Berzan Şêxmûs.
Tê zanîn ku heryek ji Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê û ENKS’ê, bi tundî ev hilmeta tepeseriyê ya ji aliyê PYD’ê li dijî çalakvanên kurd dibe şermezar kiribûn û daxwaz ji aliyê navdewletî kiribûn ku encamderên van tawan û binpêkirinan di bin ti perdeyek siyasî yan yasayî de veneşêrin.
Jêder: Hevbendî