Rêxistina Human Rights Watch (HRW) amaje bi wê yekê kir ku divê piştevanên navdewletî ji danûstandinên Sûriyê re, hebûna desteyeke serbixwe û xwedan desthilat di dema pirosêsa veguhestinê de misoger bike, ji bo lêpirsînê derbarê çarenivîsa bihezarên windabûyan di binê zindanên rejîma Esede de bike.
Ev daxwazên rêxistina navborî di boneya roja navdewletî ya qurbaniyên windakirina bi zorê de hat,ku Neteweyên Yekbûyî roja 30ê meha Tebaxê wek roja navdewletî ya qurbaniyên windakirina bi zorê destnîşan kiriye.
Rêxistinê tekez kir ku divê dezgeheke serbixwe were avakirin ku berpirs be derbarê lêpirsîn û lêkolîna çarenivîs û cihê windabûyên di binê zindamên rejîma Esed de, herwiha gihiştina termên kesên bêserûşûn û gorên komel li Sûriyê.
Rêxistinê lêzêde kir û got ku “Divê ew dezgeha taybet bi windabûyan desthilatên berfireh li ber destê wê hebin da ku bikaribe lêpirsînê bike, û tevahiya faylên fermî pêşkêş bike û bikaribe hevdîtinê bi her berpirsekî re bike, û ji aliyê Civaka Navdewletî jî were piştevanîkirin, çi di warê siyasî ya madî de be”.
Rêxistinê got ku divê piştevanên navdewletî ji prosêsa siyasî re li her yek ji Astana û Cinêvê pirsa zindanî û windabûyan di danûstandinan de li ber çav bigrin.
Rêvebera Beşê Rojhilata Navîn di “Human Rights Watch” de Sara Liya Wîtsin got:” wê Sûriya nikaribe danûstandinan temam bike heger wek pêwîst pirsa girtin û windakirinê li ber çav neyê girtin”, û destnîşan kir ku her rojek derbas dibe “hejmara kesên windakirî û revandî û êşkencebûyî zêdetir dibe”.
Wîtsin diyar kir ku çarçoveya windakirina bi zorê li Sûriyê tê wateya wê yekê ku hejmara qurbaniyan û xelkê bisedhezaran e”, herwiha got:”Divê rûbirûbûna vê pirsê were kirin û çarenivîsa wan were diyarkirin li gor yasayê”.
Desteya Neteweyên Yekbûyî ya lêpirsînê bo Sûriyê dabû zanîn ku rejîma Esed windakirina bi zorê bikar tîne, û ev yek wek tawaneke dijî mirovatiyê binav kir.
Biryara Encûmena Ewlekariya Navdewletî hejmara 2139 ku di Sibata 2014an de hatibû derkirin, karên revandin û windakirina bi zorê li Sûriyê bi tundî şermezar kiribû, û daxwaza rawestandina bilez ji van kiryaran re û serbestberdana tevahiya windabûyan kiribû.
Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan texmîn dike ku ji destpêka Şoreşa Sûriyê de sala 2011an, zêdetir ji 65 hezar kesî bi zorê hatine windakirin, ku piraniya wan li ser destê rejîma Esed û milîsên ser bi wê ve hatine windakirin.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê