• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Thursday, 30 March , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Siyasî

Human Rights Watch: Divê Pirsa Windabûyan Li Sûriyê di Danûsatandinên Ligel Esed Were Behskirin

August 30, 2017
in Nûçeyên Siyasî
Human Rights Watch: Divê Pirsa Windabûyan Li Sûriyê di Danûsatandinên Ligel Esed Were Behskirin

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) amaje bi wê yekê kir ku divê piştevanên navdewletî ji danûstandinên Sûriyê re, hebûna desteyeke serbixwe û xwedan desthilat di dema pirosêsa veguhestinê de misoger bike, ji bo lêpirsînê derbarê çarenivîsa bihezarên windabûyan di binê zindanên rejîma Esede de bike.

Ev daxwazên rêxistina navborî di boneya roja navdewletî ya qurbaniyên windakirina bi zorê de hat,ku Neteweyên Yekbûyî roja 30ê meha Tebaxê wek  roja navdewletî ya qurbaniyên windakirina bi zorê destnîşan kiriye.

Rêxistinê tekez kir ku divê dezgeheke serbixwe were avakirin ku berpirs be derbarê lêpirsîn û lêkolîna çarenivîs û cihê windabûyên di binê zindamên rejîma Esed de, herwiha gihiştina termên kesên bêserûşûn û gorên komel li Sûriyê.

Rêxistinê lêzêde kir û got ku “Divê ew dezgeha taybet bi windabûyan desthilatên berfireh li ber destê wê hebin da ku bikaribe lêpirsînê bike, û tevahiya faylên fermî pêşkêş bike û bikaribe hevdîtinê bi her berpirsekî re bike, û ji aliyê Civaka Navdewletî jî were piştevanîkirin, çi di warê siyasî ya madî de be”.

Rêxistinê got ku divê piştevanên navdewletî ji prosêsa siyasî re li her yek ji Astana û Cinêvê pirsa zindanî û windabûyan di danûstandinan de li ber çav bigrin.

Rêvebera Beşê Rojhilata Navîn di “Human Rights Watch” de Sara Liya Wîtsin got:” wê Sûriya nikaribe danûstandinan temam bike heger wek pêwîst pirsa girtin û windakirinê li ber çav neyê girtin”, û destnîşan kir ku her rojek derbas dibe “hejmara kesên windakirî û revandî û êşkencebûyî zêdetir dibe”.

Wîtsin diyar kir ku çarçoveya windakirina bi zorê li Sûriyê tê wateya wê yekê ku hejmara qurbaniyan û xelkê bisedhezaran e”, herwiha got:”Divê rûbirûbûna vê pirsê were kirin û çarenivîsa wan were diyarkirin li gor yasayê”.

Desteya Neteweyên Yekbûyî ya lêpirsînê bo Sûriyê dabû zanîn ku rejîma Esed windakirina bi zorê bikar tîne, û ev yek wek tawaneke dijî mirovatiyê binav kir. 

Biryara Encûmena Ewlekariya Navdewletî hejmara 2139 ku di Sibata 2014an de hatibû derkirin, karên revandin û windakirina bi zorê li Sûriyê bi tundî şermezar kiribû, û daxwaza rawestandina bilez ji van kiryaran re û serbestberdana tevahiya windabûyan kiribû.

Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan texmîn dike ku ji destpêka Şoreşa Sûriyê de sala 2011an, zêdetir ji 65 hezar kesî bi zorê hatine windakirin, ku piraniya wan li ser destê rejîma Esed  û milîsên ser bi wê ve hatine windakirin.

Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê

ShareTweetSend

Posts Related

Raporeke Rojnamevanî: Rijêma Esed Hewil Dide ku bi Doseya Windakirina bi Zorê û Binçavkirina Kotekî Bilîyze
Nûçeyên Hevbendiyê

Raporeke Rojnamevanî: Rijêma Esed Hewil Dide ku bi Doseya Windakirina bi Zorê û Binçavkirina Kotekî Bilîyze

March 28, 2023
Hevbendiya Niştimanî: Milîsên Terorist ên Girêdayî Rijêma Esed li Libnanê Rijd in li ser Şêwandina Wêneyê Ciwan yê Libnanê
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî: Milîsên Terorist ên Girêdayî Rijêma Esed li Libnanê Rijd in li ser Şêwandina Wêneyê Ciwan yê Libnanê

March 27, 2023
Load More

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeya Îro

Nûçeyên Hevbendiyê

Civatên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Xola 61’emîn Dest pê Dikin

March 30, 2022

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.6k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Nûçe

Raporeke Rojnamevanî: Rijêma Esed Hewil Dide ku bi Doseya Windakirina bi Zorê û Binçavkirina Kotekî Bilîyze

Hevbendiya Niştimanî: Milîsên Terorist ên Girêdayî Rijêma Esed li Libnanê Rijd in li ser Şêwandina Wêneyê Ciwan yê Libnanê

Raporeke Mafnasî: Rijêma Esed Çarenivîsa (3076) Girtiyên Filistînî Vedişêre

Ji Encama Topbarana Hêzên Rijêma Esed li ser Gundewarê Helebê Sivîlek Hat Kuştin û Hin Sivîlên Din Birîndar Bûn

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.