Sunday, May 4, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî

UNICEF: Bêtir ji 1100 Zarokî Derdê Bêxwariniyê li Xûta Şamê ya Dorpêçkirî Dikişînin

October 24, 2017
in Nûçeyên Xwecihî
Reading Time: 2 mins read
A A
UNICEF: Bêtir ji 1100 Zarokî Derdê Bêxwariniyê li Xûta Şamê ya Dorpêçkirî Dikişînin

Berdevka rêkxistina Netewên Yekgirtî ya zarokîniyê UNICEF, Monîka Ewed, ji acansa Frans Press re got ko karê nirxandina dawî diyar dike ko 232 zarok bi tundî derdê kêmxwariniyê dikişînin û ev yek hewcedarî têwerdaneke bijîşkî ya bilez e, da zarokan ji mirinê rizgar bike.

Rêkxistinê di daxuyaniya xwe de got ko bêtir ji 1100 zarokî ji herêma Xûta rojhilat, ya ji hêla hêzên Beşar Elesed ve dorpêçkirî ye, bi xurtî derdê kêmxwariniyê dikişînin, û destnîşan kir ko 828 zarokên din jî derdê kêmxwariniya orte û ya kên dikişînin, û 1589 zarokên din jî di bin gefa kêmbûna xwarinê de ne.

Ewed tekez kir ko du şîrmij, zarokek 34 rojî û yekî 45 rojî mirin, bi sedema kêmbûna sîrê diyên wan ji encama tunebûna xwarinê û lawazbûna diyên wan.

Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko dorpêç û encamên wê ji tawankariyên cengê ne, û Hevbendî dibîne ko ev dorpêç tersî biryara Encûmena Ewlekariyê ye, ya hejmar 2254 ya ko bendek jê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ye.

Hevbendiyê got ko ev berpirsiyariya dorpêçê ne tenê rêjîm lêbelê Rûsya jî hildigire,  ji ber ew sîwanê dide ser rêjîmê ji bo wê ji sizayên Encûmena Ewlekariyê û dadgehên navdewletî diparêze, Hevbendiyê di vê derbarê de bîrnameyeke yasayî ji Netewên Yekgirtî û rêkxistinên navdewletî re şandiye.

Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî û pêşî ji Encûmena Ewlekariyê daxwaz kir ko bi berpirsiyariyên xwe bo derdê xelkên Xûta rojhilat rabe, û yekser rabûna dorpêçê ji ser Xûta û hemû herêmên dorpêçkirî dabîn bike.

Hevbendiyê ji Netewên Yekgirtî daxwaz kir ko alîkariya ji asman bi ser Xûta de bavêje, ji ber rêjîmê ew dorpêç kiriye û Hevbendiyê got ko Xûta rojhilat deverek têkçûyî ye, ko di pênasîna navdewletî de navê Herêmên bobelatbûyî lê dibe.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî-Acans

ShareTweetSend

Related Posts

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin
Nûçeyên Xwecihî

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin

December 4, 2024
Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in
Nûçeyên Xwecihî

Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in

December 4, 2024
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e
Nûçeyên Xwecihî

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e

November 13, 2023
Next Post
Raporteke Toreya Sûrî Bobelatên ji Encama Dorpêça Rêjîmê li ser Xûta Belgeh Dike

Raporteke Toreya Sûrî Bobelatên ji Encama Dorpêça Rêjîmê li ser Xûta Belgeh Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.