Penaberên kurdên Sûriyê li kampên derdora hewlêrê tevan astengiyan di jiyana rojane de dibînin bi sedema kêmbûna ava vexwarinê , ji alîkî din ve bûye sedema nakokiyan di nav penaberan de ji ber kombûna pir û qerebalixa li ber jêderên avê û kêmbûna wan jêderan.
Yek ji penaberan dibêje : “rojek tuneye ku zilamên kampê nagihên radeya ku pevbiçin , ne xasim kû her yek piştgiriya xanima xwe dike û ji aliyê xwe de asayîşên kampê dibin navênçiyên wan”.
Leyla wek jinek penaber weha dibêje “her penaberek derdên wî besî wî ne û em tevde zanin ku pevçûn şerm e, ne xasim nervîna me xwest ku em penaber bin, lê guneh e ku bi ser penaberiya mede em ji ava vexwarinê qut bibin û gunehe ku evqas jin têkevin rêzeke dirêj ji bo dewlek ava vexwarinê dagirin”.
Jêder : Hevbendî