Perlemantarê libnanî, Welîd Canpolat di kongirekî rojnamevanî de da zanîn ku ” Tişta bê ji ya bûrî dijwartire, û em bi çavê xwe dibînin çawa Sûriya tê wêrankirin ji bal rêjîma Esed ve, û ji bal ewên xwe bi nav dikin dostên gelê Sûriyê ji Ereb û ne Ereban”. û got:” em daxwaza hevkariyê di navbera serok Se´ed Elherîrî û Nebîh Berî serokê Encûmena Nûneran û Hesen Nesrella de dikin ” û herwiha ew gotina: destêwerdana Hizubllah di Sûriyê de, teror anî Libnanê .. nerast da zanîn , serokê Eniya Têkoşîna Niştîmanî, piştgiriya hemî aliyan ji Artêşa Libnanî re xwest û dazanîn ku “parastina Libnanê di parastina artêş û dezgehên wê yên ewlekariyê de ye”. û dawî bi gotina xwe anî û got:” hîç penahî û hîç ruhabûn ji me re tuneye, ji bilî alîgiriya dewletê û bi taybetî Artêşa Libnanî, û hêvî dikim em hemû ji vê gengeşeya Siyasî ya bê encam derkevin ya her demekê çêdibe di babetê serokatiyê û bilî serokatiyê jî , û hêvî dikim em karibin serokkomarekî helbijêrin û sitûnên dewletê ragirin û dewlet bi erkên xwe rabe.
Jêder: Elnehar