Serokê “Hevdîtina Dîmuqratî” Cîgir Welîd Cunbulat agahnameyek da ji bo Durziyên Sûriyê ên yekxuda, da nekevin dahfika ko Rêjîma Elesed ji wan re vedide. Piştî ew bûyerên ko li bajarê Siwêda çê bûn, yên ko “awa û destê Rêjîmê tê de xuya dike, çimkî tevliheviyê di navbera ol û miletan dike, da ew serdest bimîne. ” Cunbulat got: “ Di kêlîka ko Durzî têkevin dahfika şerê Kêmnetewan û nakokiyên wan, ewê hingê ji rewiştên xwe yên Netewî û Niştimanî û dîrokî di têkoşînê de ji bo Sûriya Erebî yekbûyî piralî bi dûr bikevin”
Di helwesta xwe ya heftane de ji Rojnameya “Elenba”ya Eliktironî re got: “Dubare dikim ji bo Erebên Durzî yan wê mijarên milî yên teng bibijêrin yên ko Rêjîm ewan bikar tîne û navê Berevaniya Niştimanî li wan kiriye da beraberiya xelkên Horanê bikin û Herêmên din ji bo agirê nakokiyê gûrtir bikin, an jî wê paldariya xwe ji çarçoveya Erebî û Netewî re bidin” tekez kir: “Nasnameya milî ya teng Kêmnetewa Durzî naparêze çimkî di navbera Sûriyê, Libnan û Filestîna dagerkirî û hin cihên din belavbûyî ne, belam tenê nasnameya Erebî ya ko tevan dide hev û evê Berê di çarçoveya siyasî yî Erebî û cogragiya wê de diparêze. ”
Cunbulat dewam kir:” Ji vir daxwaz ji hemû Şêxên Durziyan re ko pir bi berpirsiyarî û zanîn û hişmendî mijaran çareser bikin û lihevhatinan bi sînordaşên xwe re misogir bikin. ”
Cunbulat gotina xwe bidawî kir: “Ev siyaseta milî ya ko Rêjîm kêmnetew û olan delîvedîtin dike, mehderê li tu kesan nake heta bi Elewiyan jê nayêne parastin.”
Herweha Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Cabir Zeîn daxwaz ji xelkên gundê Eldama û yên derdora wê kir ko: “Ha ji xwe hebin û ji tevliheviyan re hişyar bin û bi yekîtiya netewî pabend bin, rê nedin dûvikên Rêjîmê ko navbera xelkên Deştê û Çiya yên ko mîna birayên hevdu ne xerab bikin. Meger Rêjîm hewl dide ko navbera we nakokiyan xurtir bike da Desthilatiya xwe bêtir bicih bike.”
Herweha Zeîn ji her du aliyan xwest ko “Herdem pirsgirêkên xwe bi hişmendiyê çareser bikin û guh nedin li dengên ko bi cudabûna we bang dikin da navbera Sûriyan xerab bibe û rûxandina Rêjîmê jibîr bikin.”
Desteya Civakî ya Karê Niştimanî li Siwêda ew nakokiyên ko di navbera xelkên malekê de çê bûne protesto dike û di agahnameyekê de belav kir “Ew nezanên ko tiştekî nizanin ji bil hişyarkirina nakokiyan, û zaroyên yek Malbatê li Horana Deşt û Lucat û Çiya li hev sor dikin.”
Bangewazî da kesên salix wan da wek: “Rewşenbîr yên xwedî wijdanê niştimanî yê pak ji herdu aliyan, hişyar bin û bi hişmendî çareseriya nakokiyê bikin, çimkî eger ji destê we derket wê gelacî xurtir bibe û emê hemû têk biçin .Hem jî dê di navbera zaroyên her du aliyan de zikreşî û kînê bihêle, û em tev dizanin ko xwîn û tolhildan paşerojeke nediyar destnîşan dikin.”
Zeîn axaftina xwe ji Nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî re wisa bidawî kir: “Cihê mixabiniyê ye ko Sûriya bûyerên wisa bibîne, ji dêvla ko em hemû yek dest bin li dijî Rêjîma ko ew makdera hemû nakokiyan e.”
Jêder: Hevbendî+Elnehar