Serokê Dseteya Erkanê Emirîkî Cineral Martin Dîmbsî got:” Eger “Daiş” gef û tehdîdin yekser li ser Emirika û Ewrupa kirin, wê hêzên Emrîkî êrîşan li Sûriyayê bi ser de bibin”.
Dîmbsî di daxuyaniyên ji bo rojnamevanan berdewam kir: ” Tu nîşan tune ne ku “Daiş” pilanan datîne ji bo êrîşê bibe ser Emêrika”. Û got: ” eger Daiş ev pilan hebe, ew ê temîniyê ji bo danusendina bi vê gefê re bike, û ew bawer e ku serok Obama dê dijî vê gefê derkeve. Dîmbsî tekez kir ku ew pêşbîn dike wê hevbendên Emêrika di hêrêmê de” Urdin, Erebistana Si´ûdî, û Trkiya” wê tev li vê rûbirûbûna dijî Daişê bibin, û destnîşn kir ku ev kiryarên tund ku rêxistinê pêk anîn, û girtina vê rêbaza tundrew ji hêla wê de hemûyan dixe bin metirsiyê de, ev yek wê bihêle ku ev dewletên hevbend beşdarî operasyonên leşkerî bibin.
Jêder: Elcezîrê