Encûmena Ewlekariya Navdewletî dengdan li ser biryarekê kir ji bo sepandina sizeyan bi armanca birîna piştevaniya bi mirovan û keresteyan û peran ji ser çekdarên rêxistinên tundrew. herwiha pirojeya navdewletî gefan bi sepandina Sizeyan li ser her alîyekî beşdar di çekdarîkirina wan de dixwe, û hoşiyariyê dide li ser her danûstandina bazirganî ku dahatiyek darayî ji wan re peyda bike, û herwiha Encûmena Ewlekariyê wê lîsteyekê bi navên wan tundrewan yên ku dibe ku sizakirî bin ji ber pêwendiya wan bi rêxistina Elqa´ide re belav bike. herwiha, ew pirojeyê biryara navdewletî dide xuyakirin ku Encûmena Ewlekariyê dikare benda 7an ji peymana Netewên Yekgirtî bi kar bîne. Bi wateya ku dikare hemû rêkên di benda navborî de hatine bi hêzê cîbecî bike.
Jêder: El´erebiya