Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdoxan spasiya xelkên wilayeta Xazî Entab kir ko tu kêmasî di dermafê birayên xwe, Sûriyên Penaber de nekirine.
Di gotara xwe ya doh de li Xazî Entabê got: “nêzîk 1. 200 000 Sûrî yên ko ji neçarî Penaber bûne û xwe li me girtine bi sedema rewşa wan ya dijwar li Sûriyê , û gelek ji wan li Xazî Entab in li nav meriv û birayên xwe ne” Dîsa got: “me himêza xwe Ji bo birayên xwe yên Sûrî ko di rewşeke dijwar de dijiyan vekir.”
Erdoxan di gotara xwe de tekez kir ko rewşa Sûriyan wê ne herdem wisa be” piştî Rêjîma Esed ya destbixwîn bikeve, wê xelkên Sûriyê li Welatê xwe vegerin. ”
Herweha bal kêşand ser ko Miletê Tirkî ne ezezî ye û got: Em Miletekî tu caran ne ezezî ne, em ne tenê li xwe diramin, çerx li ser sere herkesî dizîvire û ji bîr nekin ko Tirkên li Herêma Bulqanê di Çerxa buhîrî de ew jî mîna Xelkên Sûrî li wan hat.
Li ser helwesta Kemal Qelîtişdar Oxlo serokê Partiya Gel ya Komariyê serperiştê rikberiya Tirkî,
Wiha Erdoxan bi qehir axivî û got: Partiya Gel ya Komarî ew herdem piştgiriya Esed dike û dijî stembaran ji Penaberên Sûrî û ji bil wan jî yên ko li ser destê Rêjîmê têne kuştin helwesteke dijminane bê dilovanî digire.”
Ji Hevwelatiyên Tirkî li Wilayetên Tirkiyê yên ko mêvandariya Penaberên Sûrî dikin xwest li pey gelaciyên ko Partiya Gel ya Komarî û hevalên Rêjîma Elesed li Tirkiyê yên we li dijî Sûriyan tevradikin neçin.
Jêder: Ajans