Îro li Qahîre, Nebîl Elerebî sekeretêrê Komkara Erebî hevdîtinek kir ligel Dey Mîstora, şanderê navdewletî yê taybet bi Netewên Yekgirtî bo Sûriya bi amadebûna çêgirê wî Rimzî Izedîn, û jêderekî ji komkara Erebî, xuyakir ku di hevdîtinê de gengeşe li ser” pêşhat û baredoxên li Sûriya hatin kirin, û herwiha hewl û bizavên tên kirin bo dîtina çareseriyeka siyasî dawiyê li kirîza Sûriya bîne”. herwiha Dey Mîstora agehî dan Elerebî li ser encamên serdana wî ya vê dawiyê bo paytexta Sûriya û hevdîtinên wî bi karbidestên rêjîma Esed re, û ji aliyê xwe ve Dey Mîstora sûrbûna xwe dupat kir bo dîtina ” şêwazên nû û bidestanîna hemû hewl û bizavên berdest bo kêmkirina êşên gelê Sûriyê û kêmkirina nearamiya li deverê “, û pêşhatên li Sûriya û li Libananê bi “metirsîdar û bi alozî” danzanîn. Herwiha amaje kir, ku piştî bidawîhatina gera xwe ya herêmî, wê raportekê bo Sekeretêrê giştî yê Netewên Yekgirtî pêşkêş bike ” li ser encamên gera xweya pêşiyê”, û got:”hêvîdarim ku bikarbin pişkdariyê di çareseriya pirsa Sûrî de bikin”.
(Jêder: Elşerq Elewset)