Îro, Tonî Abot serok wezîrê Isturaliya ragihand ku wê 600 serbazên xwe bişîne Mîrneşînên Erebî bo tevlîbîna li nav hêzên hevpeymana navdewletî ya bi serperiştiya Amerîka ji boyî rûbirûbûna DAIŞê, û got ku ” şandina nêzîkî 400 serbazên hêza asîmanî û 200 serbazên din hat li ser daxwazeka fermî ji waşinton, bo beşdariya rûbirûbûna DAIŞê”, û tekez kir ku Isturaliya ” hêzên xwe yên Cengî belav nake, lê belê beşdar dibe di hewlên nêvdewletî de bi armanca nehêlana qeyranên mirovî”. Herwiha Abot di kongireyekî rojnamevanî de li Darwên tekez kir ” ku pêdivî ye hin biryarên din bêne standin berî ku hêzên Isturaliya pabendiyê bi oparesyonên şer li Iraqê bike “. û amaje kir ku :” Isturaliya amade ye ku beşdar be di operasyonên lawazkirina DAIŞê de, ji ber gefa vê rêxistinê ne li ser Iraqê û rojhilata navîn bi tenê ye,lê li ser tevahiya Cîhanê û li ser Isturaliya bi xwe jî heye”. Têzanîn ku hêzên Isturalî yên ber bi Mîrneşînên Erebî diçin pêk tên ji ” heşt firokên cengî yên RAf Raf f /I 18, û firokeka “Irborn” ya agahdarkirina lezgîn û çavdêriyê û firokeka “kS-30″ ya guhestina tank û serbazan”.
Jêder:Elheyat