Nivîsgeha Netewên Yekbûyî ya karûbarên Penaberan li Libnanê got, hejmara Penaberan bêtir ji Milyon û 138 hezaran in, bêtir ji 40% ji Penaberan di Çadiran û Penagehên komel û di avahiyên hêj ne amade û di geracên turumbêlan û di odeyên cuda de dijîn.
Nivîsgehê di raporta Heftane de ya ko li Beyrûtê derdikeve dewam kir “xalên lawaz li bal Penaberên Sûrî li Libnanê nirxandin”, ko 59% ji van Penaberan di xanî û malên serbixwe de dijîn û 14% ji malbatan di kampên corbicor de dijîn.
Raportê da xuyakirin ko 44% ji tevaya malbatanên Penaber zarokên di biniya dusalan re di nav wan de hene, û 65% ji malbatan zarokên di biniya pêncsalan re hene, û 20% ji malbatan kalek di nav wan de heye, û 2% dibêjin ko zarokekî ji derveyî malbata xwe di biniya 18 salan re xwedî dikin, û 16% ji malbatan Jin malxwêya malê ye.
Lê 12% ji malbatan yek malxo ne û ew malxo kuflet tevî xwedî dike. Raportê zêdetir da xuyakirin ko 16% ji malbatên Sûrî yên Penaber ji Guhdana Tenduristiya destpêkî ya bexşande ya rêxisinên mirovî sûde wegirtine, herweha 34% ji zarokan diçin Dibistanan û hejmareke mezin ji zarokan hêj li derveyî Dibistanan in.
Û di biwara ewlekariya xwarinê de, raportê anî ziman ko 74% ji malbatan ewlekariya xwarinê li rex wan kêm e, pirên wan di nebûna ewlekariya xwarinê ya sivik de ne, û 13% ji malbatan beraberiya nebûna ewlekariya xwarinê ya sivik û tund dikin.
Jêder: Hispress Elmexribiye