Valêrî Amos, berpirsa karubarên mirovî di Netewên Yekgirtî de, hêvî kir ku di rojên bê de, bi rêka Turkya û Ordinê, ajansên mirovî berdewam bin bo gihandina alîkariyan bo sivîl û dorpêçkiriyên di bajarên Sûriyê de, û piştî şirovekirina rewşa mirovî li Sûryê pêş Encûmena Ewlekariyê, daxuyaniyek derket û Amos got: “di rojên bê de, hêvîdarim ku karibim şandina karwanên alîkariyan bi rêka derwazên destnîşankirî pişrast bikim”. û sazkirina “şêwazekî çavdêriyê”dupat kir. Herwisa dazanîn ku hîna ji bo bikaranîna derwazê Tilkoçer yê li jêr destê rêxistina Daiş de, Netewên Yekgirtî biryar nedaye. û amaje bi “Zehmetiyên mezin” kir yên pêşberî van hilmetan tên. û tê zanîn ku Hevbendiya Nîştimaniya Sûrî, bi erênî pêşwaziya biryara Encûmena Ewlekariya Navdewletî kir, biryara dihêle alîkariyên mirovahî derbasî Sûriyê bibin bê razîbûna rêjîma Esed, û biryar weha dît”gaveke pêwîst e gelê Sûrî ji demek dirêj li bend ye”. Herçende ku Hevbendiyê tekez kir li ser ” Amadebûna xwe ya bixurtî bo alîkariya welatên daner bike di gihandina alîkariyan bo hemi hewcedaran bê cudahî, û parastina karwanên alîkariyan jî li xwe girt û pabendiya xwe ya tekûz bi Yasaya Miroviya Navnetewî nîşan da. Herwisa Hevbendiyê ji civaka navdewletî xwest ku” Bi erkê xwe bitemamî rabe sebaretî sosreta tirsnak û tawanên berdewam yên rêjîma Esed li dijî Sûriyan pêktîne, û ji bo standina helwîsteke xurt kar bikin, ku karibe rijandina xwînê rawestîne û daxwazên gelê Sûrî di azadî û dadmendî û rûmetê pêk bîne “. Hêjayî gotinê ye ku: ev pêşwaziya erênî ya Hevbendiyê hat, piştî Encûmena Ewlekariyê li roja duşema bûrî biryara şandina alîkariyên mirovî bê razîbûna hikûmeta Esed ji bo deverên li jêr kontrola artêşa azad pesind kir. ku Encûmena Ewlekariya Navdewletî, li ser derbasbûna karwanên alîkariyan ji çar dergehên sînorî digel sinorê Tirkiya û Êraq û Ordinê pesend kir. û ev biryar bi tevahiya dengên endamên Encûmena navborî hat standin û di nav de Rosiya û Çîn, herdu welatên ku ji berî niha Vîto li ser çar pirojeyan ji destpêka Şoreşa Sûriyê sala 2011an de bikar anye. Hêjayî gotinê ye ku yekemîn kerwan li roja 24 tîrmehê, sinor derbas kir ji xala Bab Elselama ya Sinorî digel Tirkiya, û alîkarî pêşkêşî nêzîkî 26 hezar kesî li herdu parêzgehên Helb û Idlibê kir.
Jêder:( Elheyat + Hevbendî).