Duhî roja sêşemê, Wezareta bergiriya Amerîka “Pintagon” ragihand, ku tîma wê ya erkê jinavbirina embargehên çekên Kîmiyayî yên sûrî pêsipartî, karîbû kerestên berhemhênana gaza sarîn li ser geşteya “Kayib Ray” bi yekcarî ji kar bixe “. û kolonêl Stîvin Warîn ku yek ji peyvdarên Pintagone got: ku tîma ji sivîlan û serbazên Amerîkî pêkhatibû karîbûn 581 ton ji van kerestan ji kar bêxin li ser pişta geşteya Kayib Ray ya deriyavan di ava navdewletî di derya Sipî de, û herwiha got ku; wê tîmê dest bi pûç kirina 20 tonên keresteyên ku dikevin di çêkirina gaza jehra Xerdel de ya ku di êrîşên çekên kîmiyayî de tê bi karanîn wek gaza sarîn kir. û li gor pentagon,di destpêka tîrmehê de ev kar hatiye encamdan û wê li dawiya tebaxa em tê de dê bidawî bibe, û bi vê proseyê rêjeya 99% ji jehriya kêmayî jinav wan kerseteyan biçe, û ev kiryar dibin çavdêriya rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî de dibe, û keresteyên hatine çareserkirin li ser pişta geşteya Kayib Ray wê bên radestkirin bo kompaniyên taybetmend yên çareseriya paşmayên pîşesazî dikin, her wek ku çawa tuxomên kêmayî yên Sûrî tên çareserkirin di avahiyên taybet de li Birêtaniya û Finlenda û Amerîka. û hêjayî gotinê ye ku rêjîma Esed 1300 ton ji keresteyên kêmyayî radest kirine.
(jêder:Hevbendî +Elheyat).