Wezîrê Karê Derve yê Qeterî Xalid Eletiye doz li dewletên Erebî bo piştgiriya Artêşa Azad bikin kir û got: ” Divê em piştgiriya wan bikin, rahênan û alîkariyê bo ku welatên xwe vegerînin bidin wan “. Zêde kir: ” Dem hîn bo alîkariya Artêşa Azad û vexwendina Esed bo maseya guftugoyan derbas nebûye”. Eletiye destnîşan kir: ” Di dema ku çavên hemû cîhanê li ser çalakiyên Rêxistina Daiş yên xwînî ne, ez wan dawet dikim bo guhdanek hempa bidin rola rejîma Esed di kuştina giştî de ku di vî şerê lidarketî rêbaz dike “.
Herweha Eletiyê dît ku : ” Tiror ne tenê serjêkirin e, avêtina bermîlên teqîner bi ser zarok û jinan e jî “.
Jêder: Elihram.