Tîma Navenda Sûrî ya Azadiya Rojnamevaniyê di Kombenda Rojnamevanên Sûrî de, tekez kir ku herdû binpêkirinên ku dermafê ragihandinê û karê rojnamevanî di heyva tîrmeha 2023an de pêk hatine, li ser destê hêzên ewlekariyê yên rijêma Esed bûn.
Û Kombendê di rapora xwe ya dawîn de anî ziman ku binpêkirina yekem li Şamê pêk hat, dema ku Wezareta Ragihandinê ya rijêmê destûrdana Saziya Ragihandinê ya Brîtanî (BBC) li Sûriyê rawestand, ji ber ku wê saziyê lêkolînek li ser bazirganiya keresteyên hişbir û girêdana wê bi serkirdeyên rijêma Esed ve balav kiribû.
Û di raporê de hat ku çalakvanê rojnamevan Mehmod Sewan yê bi navê Wesîm Elehmed naskirî û niştecihê Tirkiyê ye, rastî gefxwarinên kuştinê ji hêla endamin çekdar ên girêdayî rijêma Esed ve hat, ji ber ku wî raporin derbarê bazirganiya keresteyên hişbir û girêdana wê bi hêzên rijêmê ve belav kiribûn, her wiha behsa operasyonên derbasbûna Îranê bo deverê kiribû.
Û Kombendê di rapora xwe de bal kişand ser wê yekê ku rijêma Esed di siyaseta rêbazkirî ya windakirina rastiyan li pêşiya raya giştî ya xwcihî û navdewletî di riya nehiştina alavên ragihandinê ku bi azadî kar li deverên di bin kontirola rijêmê de bikin.
Û rapora Kombendê bal kişand ser ku binpêkirinên li dijî ragihandinê li Sûriyê di heyva bûrî de ji heyvên berî wê ne cuda bûn, ji ber ku haletên astengkirina azadiya ragihandinê û gefxwarinên dijî karê ragihandinê, ziyanê dighîne ewlehî û saxlemiya rojnamevanan û azadiya karê ragihandinê, sedemên yekser ên binpêkirinên ku hatine belgekirin in.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî