Hevpeymaniya Navnetewî qedexekirina bikaranîna Çekên Goşî weha diyar kir: Rêjîma Elesed berdewam e di bikaranîna Bombeyên Goşî, ew Çek armanca wan bêserûber, ji kesanre bikar tên û çi cudahiyê naxin navbera leşker û sivîlan.
Hêjayî gotinê ye bikaranîna Rêjîmê ji evan Çekan re, ne tiştekî nû ye li gora Rêkxistina Hiyomen Rayits Wotiş, Hêzên Elesed ji sala 2012an bi mebest bajaran bi van Bombeyan bombebaran dike.
Rêkxistina Wotiş belgekir ko Rêjîma Elesed 224 êrîş bi bombeyên Goşî ji Tîrmeha 2012an ve heta Adara îsal bikar tîne, ew ya ko Rêjîma Elesed red dike, lê wêne û dîdevan bi bêgumanî diyar dikin û ev tometbariyeke nabe ko guman têde bibe. Ev çek Qedexeyên Navnetewî ne li gora peymana ko berî çar salan cîbicî bû û 113 Dewlet tevlê bûne.
Herweha Netewên Yekbûyî evan çekan bi˝ şermiyeke ji mirovahiyê re˝ salix dide, çimkî ew çek taybet bi kesan in û kuştina wan bêseûber e. û ev bombe ji Firokan têne avêtin an jî ji ser rûyê zemînê lê rêka pêşî ew ya bêtir bikar tê. Ew mîna Mûşekeke mezin e bi sedan bombeyên piçûk tê de hene, û ew mûşek li asîmanan diteqe û jihev belav dibe û dibe bombeyên piçûk li rûberek bi firehiya çend lîstgehên fotbolê ziyanê dike. Metirsiya van bombyan ew e ko dema li erdê dikevin bitekûzî nateqin, lê li ser rûyê zemînê di rewşeke bêdeng de dimîne li hêviya nêzîkbûna kesina ye ku bi wan de biteqe, û piraniya yên ko nêzîk wê dibin zarok in, metirsiya wê nizanin, ji lewra bi wan de diteqe.
Jêder: Elerebiye û Hevbendî