12 rêxistinê nemîrî daxuyanî dan ku bi dehan çalakvanên civaka sivîl û mîdiyakar û yên di biwarê mirovî de kar dikin hîn di zîndanên Sûriya de girtîne,piştî bêhtir ji heyvekî ji ragihandina hikûmeta Elesed ya bi navkirî bi lêborîneka giştî. û pêdagirîkirin ku hemû girtî yên ji ber çalakiyên rewa hatîn girtin serbest bêne berdan û pêdiviya rê bête dan bo derbasbûna çavdêrên nêvdewletî di nav zîndanan de û çavdêriyê li ser pirosêsa rêvebirina berdana girtiyan û rewşa zîndanan bikin. û Nedîm Horî cêgirê rêvberê cêbicêkar yê beşê rojhilata navîn û bakurê Afrêqiya di Hiyomon rayit witiş de, got ku: ew lêborîna Elesed ya hêvî bo demekî li bal hindek girtî û malbatên wan çêkirî, bêhûde bû piştî derbasbûna çend heftiyan, ku her rojeka dibûrê çalakvanên sivîl di zîndanê de derbas dikin rojeka dîtir ji stemê ji bo wan û malbatên wan zêde dike,ji bilî ku nabê ew bêne zîndanîkirin,û dîsa got ku heger Elesed rastgo be bi wê loborîna xwe, pêdivî bû dergehên zîndanan vekirin ban li pêş çavdêrên serbixwe ku rastî li ser nasnameyên girtîyan pêkanî ban û sedemê girtina wan, yanjî lê dawiyê ew lêborîn wek sozeka sexte ku hindek bêne berdan û paşî hindek dîtir li maweyekî nêzîk de bêne girtin,herwiha ku bi dawîkirina girtina zordarî ya kesa ji ber çalakiyên siyasî yên aştîxwazî û kar di biwarê mirovî û mafên mirovan û rojnamevaniyê de pêdivî bi biryara lêborînê nîne. û parêzerekî yê kar digel girtîyên siyasî dikir û çavdêriya pêkanîna lêborînê dikir, tekez kir ku jimara yên hatîn berdan negeha 1300 tevlî girtiyên tawanan,û got ku 400 kes ji wan yên ku navên wan hatbûn şandin bo dadgeha berhingariya tîrorê û 200 kes ji zîndana Seydnaya û 200 kes ji şaxa hewlageriyê û 150 dîtir ji zîndanên mîrî. û herwiha wî parêzerî dazanîn ku dadweran badeyên hindek girtiyan şandibûn bo dozgerê giştî bo guhertna tawanên wan da nekevin li ber biryara lêborînê,ku li gorî lêborînê ya pêdivî bû bihatan serbestkirin .
Hêjayî gotinê ye,ku ji destpêka Şoreşa Sûrî li sala 2011 an û heta niha bi kêmayî 7 lêborîn derxistine ,lê hewalgeriya rêjîma Elesed berdawî daye girtin û desteserkirina gelek çalakvanên Siyasî ku cara yekê ye girtiyên ji ber derbirina azad yên hatîn gunhbarkirin bi yasa berhingariya tîrorê ya hatî derxistina li sala 2012an (birga 8ji yasa berhingariya tîrorê) dikevin li ber lêborîna hatî derxistin li cehzîrana 2014an.
Her 12 Rêxstinê nemîrî (nehikûmî) evin: Lêborîna nêvdewletî, tora Euro-naverast ya mafên mirov, fêdraliya nêvdewletî ya mafên mirov di çarçovê karê rewangeha parastina dakokîkarên mafên mirovan, û Hêla pêşîn, Navenda kendavê ya mafên mirov, Peymangeha mirovî ya alîkariya welatên paşketî, Hiyomon rayit witiş (humon Raghts), Rêxistina nêvdewletî ya dijî azirdanê di çarçovê karê rewangeha parastina dakokîkarên mafên mirovan, Peyamnêrên bêsinor, Navenda Sûriyê ya ragihandin û azadiya derbirînê, Tora Sûrî ya mafê mirov, Navenda belgekirina pêşêlkariyan.
Jêder : Hiyomon rayit witiş