Wezîrê karûbarê derve yê Emerîkî Con Kêrî di agahnameyekê de li ser berdana Pêter Tiyo Kartîs hevwelatiyê Emrîkî yê ko berî du salan ji aliyê Aniya Elnesre hatibû girtin ragihand.
Di heman roja ko mirina Rojnamevan Cêmis Folî yê ko Daiş serê wî jêkirin, berdana Rojnamevan Pêter jî hat ragihandin, Elcezîre got ko bi navgîniya Qeterê çê bû. Berdana Rojnamevan Karîtis piştî çend rojan ji serjêkirina Cêmis Folî li ser destê Daişê bû, ko ewan 100 milyon Euro ji bo berdana wî xwestin.
Emerîka nepejirand çimkî ko ew wisa bike dibe cûreyek ji piştgiriya tiroristiyê û Emerîka dikeve ber metirsiyeke mezintir.
Ji aliyekî din ve berdevka Wezareta karûbarê derve ya Emerîkî Marî Harif tekez kir ko dana pereyan ji Rêkxistinên tirorist re Emerîkiyên derve dike metirsî ye, tekez ko dana pereyan ji Daişê re jêderekî sereke ye.
Herweha acansa asayişa Emerîkî di hundirê Sûriyê de S. I. Ê toreyeke sîxuran çê dike, berpirsiyarine Emerîkî bê ko navên xwe ragihînin gotin: Dezgehên Asayişa Emerîkî hêj heta nuha tu pêzanîn li ser serperiştên Daiş li Sûriyê neda hev da ko êrîşên asmanî bidine ser wan.
Û Adem Bey Şêf Endamê Cîgirên Emerîkî û Endamê Komîta Ewlekariyê di Encûmena Cîgiran de got: “Pêzanînên me baştir dibin û me dahatî ji bo wilo terxan kirine, lê hêj karîna me ji bûyînên ko li Sûriyê dibin destpêkî ye.”
Ji aliyekî din ve berpirsiyarekî asayişa Emerîkî got dibe mijar çend mehan berdewam bike da em pêzanînên gerek berhev bikin, da em operasiyonên xwe yên asmanî li ser cîgehên Daişê li Sûriyê pêk bînin.
Jêder: Elerebiyê net, Elşerq Elewset