Di hersê rojên bûrî de wezerata Kar ya Urdinê bêhtir ji 125 kargehan yên Sûrî li wan kar dikin girtin, bi behaneya ku bikarkirina wan bi şêweyekî “ne li gor yasaya kar û karkeran e “. herwiha Hemada Ebû Necma Emîndarê Wezareta Kar ya Urdinê got ku:”tenê 5 hezar Sûrî kar bi riyên yasayî dikin ji 150 hezar penaberên Sûrî yên karin kar di dezgehan de bikin, û da zanîn ku piraniya Sûriyan yên li Urdinê bê wergirtina destûrdanê kar dikin”. û Ebû Necma tekez kir ku ew kargehên neyasayî wê bên girtin heta rewşa xwe serast bikin, û amaje kir ku piraniya penaberên sûrî di kertê çandiniyê û di Cihên bazirganî û di Xwaringehan de kar dikin. û Ebû Nemcma diyar kir ku li vê dawiyê wan berdewamî daye karên şopandinê, bi armanca parastina derfetên kar bo Urdiniyan yên ku zermend bûne ji sedema nepabendiya wan kargehan bi rêjeyên karkirina biyaniyan.
Jêder: Elerebiya