Wezareta Derve ya Holendayê, di rapora xwe ya giştî ya li ser rewşa Sûriyê de, tekez kir ku hejmarek ji penaberên Sûrî yên ku vegeriyane Sûriyê rastî gelek binpêkirinan ji aliyê hêzên rijêma Esed ve hatin.
Û raporê bal kişand ser ku rewşa aborî her diçe xerabtir dibe, û ku rewşa mirovî niha ya herî xerab e ji destpêka şoreşa Sûrî di sala 2011an de, û bal kişand ser wê yekê ku nêzîkî 90% ji sûriyan di bin hêla hejariyê de dijîn, û bêhtir ji 15,3 milyon Sûrî hewcedarî alîkariyên mirovî ne.
Û raporê anî ziman ku hejmarek ji kesên vegeriyane deverên di bin kontirola rijêma Esed de rastî binpêkirinên curbecur hatin, wek binçavkirina kotekî, û windakirina bi darê zorê û îşkencekirinê.
Û raporê cext kir ku kiryarên rijêmê derbarê kesên vegeriyane berovajî gotinan bûn, ji ber ku tevî ku wê daxwaza vegerê û hevrêziya ji bo çarekirina ewlehiyê kiriye, lê ta piştî çarekirina ewlehiyê jî, dibe ku yên vegeriyane rastî heman binpêkirinan ji hêla rijêmê ve werin.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku bi hebûna rijêma Esed û hevalbendên wê, tucarî Sûriya ewle nabe, û Hevbendiyê bal kişand ser ku eger destpêkirina vegera penaberan bi awayekî ji def xwe û bi rûmet be, divê berî wê veguhastina siyasî li gorî biryara 2254 pêk were, û dadgehkirina rijêma Esed û hevalbendê wê bibe, û hêviyên gelê Sûrî di welatekî ewle yê ku nirxên azadî û dadwerî û aştiyê têde serwer bin pêk werin.Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî