Endamên Encûmena Ewlekariyê duh sêşembê civiyan ji bo li nerîna ragihandinî ya mehane derbarê dosya çekên kîmawî yên Sûrî guhdarî bikin, û şandeke vekolînê bişînin ji bo berpirsiyariya êrîşên kîmawî li ser Xan Şêxûn li gundewarê Idlib destnîşan bikin.
Endamên Encûmena Ewlekariyê di civîna xwe de hûrbînî dan ser çarenivîsa vekolîna êrîşa ser Xan Şêxûn di 4 nîsana borî de, ya ko şanda peyketina rastiyan ya bi ser rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî ve pêkaniye.
Toreya Sûrî ya mafê mirovan raporta xwe ya 27emîn ya derbarê bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê vê hefteyê derxist, têde pênc êrîşên kîmawî li ser Şamê û gundewarê wê piştî ya li ser bajarokê Xan Şêxûn li gundewarê Idlib belgeh kirine.
Raporta Toreya mafnasiyê destnîşan kir ko rêjîma Esed bikaranîna çekên kîmawî ji piştî bombebarana Emerîkî de ya ko dijî firokxana Elşûe’yrat a leşkerî di nîsana borî de, ranewestandiye.
Toreyê di demeke borî de diyar kiribû ko hejmara êrîşên kîmawî ji sala 2011ê ve “bi kîmanî gihaye 207 êrîşan, 33 ji wan berî derçûna biryara 2118 di 27 gulana 2013ê de, û 174 êrîş piştî derçûna heman biryarê, 105 jê piştî biryara hejmar 2209 ya di 6 adara 2015ê derketiye û 49 êrîş piştî biryara 2235 ya di 7 tabaxa 2015ê pêk hatine.”
Toreyê di raporta xwe de bêtir got ko “êrîş bi kêmanî bûne sedema kuştina 1420 kesan , ji wan 1356 sivîl ji nav wan jî 186 zarok û 244 jin û 57 şoreşger û 7 hêsîrên rêjîmê li dev şoreşgeran, û hejmara birîndaran ne kêmî 6672 kesan e.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans