Artêşa azad karî bersiva êrîşên leşkerî yên Rijêmê li ser çend taxên Şamê bide û kariye firokekê li Siwêda bîne xwarê û firokvanê wê desteser bike.
Ku hêzên Rijêmê ligel milîsên Îranê ji heftiyekê ve hewl didin derbasî taxa “A’în Terma” û Cober li rojhilatê Şamê bibin.
Û “feyleq elrehman” ku yek ji yekîneyên artêşa azad e li ser malpera xwe li ser enternêtê infografek belav kir û têde qebarê ziyanên hêzên Rijêmê û milîsên wê yên di heyamê heft rojên heyva niha ya tebaxê de diyar kirin.
Feylqê diyar kir ku wan karîne zêdetir ji 50 serbazî bikujin di sê kemînên ciyawaz de û zêdetir ji 80 serbazên din di herdu taxên Cober û A’în Tirma de birîndar bikin, tevlî têkbirina 4 tank û du beldozeran û topeke 23 mm.
Herwiha duhî roja sêşemê “Cêş Isûd Elşerqiyê” li gundewarê rojhilatê Siwêda, ketina firokeke şer ya rijêma Esed û desteserkirina firokvanê wê ragihand.
Berdevkê rojnamevanî yê “Cêş isûd elşerqiyê” Se’id Elhac bo dezgehên ragihandinê ragihand ku hêzên wî yên beşdar di odeya oparesyonên “Elerd Lena” karîn firokekê ji corê “mêg 23” li navçeya wadî Mehmûd bînin xwarê dema ji firokxaneya “xelxelê” ya leşkerî derket.
Ji aliyekî din ve, rêveberê ofîsa ragihandina “hêzên şehîd Ehmed Elebdo” Faris Elminced got ku wê firokê hêlên şer û kampên penaberên Sûrî li “Elroyşid” û “Elrikban” li ser sînorên Sûriya Urdinê armanc dikirin. Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat