Welatê Yekgirtî yê Emerîkî û dewletên kendavê lîsteyek sizayan li dijî 25 dezgeh û kompanî û takekesên, Îranî, Libinanî, Kiwêtî derxistine. Her heft dewletan gotin ko ev piştgirên hizbulaha tirorist û milîtanên pasvanên şoreşgêr yên Îranî ne.
Di daxuyaniya ‘’ Navenda Armanckirina Piştgiriya Tiroristiyê ‘’ de hat ko 21 dezgeh û kompanî têne tawanbarkirin ku li paş navekî bazirganî xwe vedişêrin, ji bo piştgiriya hizbulah û pasvanên şoreşgêr yên Îranî bikin.
Lîsteya sizayên Emerîkî-kendavî navin xuyanî tê de ne, wek Cewad Nesrelah kurê emîndarê giştî yê hizbulah û sê kesên din yên bi partiya Hizbulah û Pasvanên Şoreşgêr wek “Benka Iqtisad Mihir ya Îranî û Dezgeha Boniyadtafon Basîc û Benk Mile û Kompaniya Iqtisad Mihir ya Veberhênanê”.
Serokê Emerîka Donald Trump got: ‘’ Ev pêngava bêhempa hat tako diyar bike ko Îran ne tenê piştgiriya tiroristiyê dike, lêbelê pasvanên şoreşger yên Îranî piştgirî û handana tiroristiyê dikin.‘’
Emerîka û bêtir ji 30 dewletên din ên ‘’Girûpa Karê Darayî ya Navdewletî ‘’ne, tîrmeha bûrî li ser tundkirina çavdêriyê li ser dezgehên darayî yên îranî erê kirin, bi sedema ko Tehran piştgiriya tiroristiyê dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ko çi pêngav bo lawazkirina têwerdana Îranê di berjewendiya şoreşa Sûriyê de ye, û dibîne ko milîtan û bingehên leşkerî yên Îranî yên li Sûriyê ne, amanca wan û ya rêjîmê têkbirina miletê Sûrî ye.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans